Civak

Ev ji bo Tevgerê rojek dîroki bû

 

Heyeta Tevgerê di 14.02.2015an de ji bo sersaxî ya malbata Pêşmergeyê qehreman Huso Mihemed (ku 70 sal di nav şoreşê de bi piratîkî cih girtibû) çû Mêrgesorê.

Mam Huso yek ji wan Pêşmergeyan bû ku bi Nemir Barzanî re di meşa ber bi Sovyetê de hevrêtiyê kiribû. Wekî ku tê zanîn ew meşa ku ji Kurdistanê despê kir (1947) di dîroka cihanê de xwedî ciheke taybet e.

Ev roj ji bo Tevgerê jî rojeke dîrokî bû.

Berî ku Nemir Barzanî û hevrêyên wî dest bi wê meşa dîrokî bikin, Pêşewa Qazî Mihemed Alaya Kurdistanê emanetî Nemir Barzanî kir. Îro Alaya Kurdistanê li ser perçeyê başûrê Kurdistanê bilind dibe. Lawê Pêşmergeyê qehreman Huso Mihemed jî, Alaya Kurdistanê emanetî ciwanên Tevgerê kir.

Tevger, wê bi vê bîr û baweriyê li vê emaneta pîroz xwedî derkeve û heta ku vê alayê li banên bakûrê Kurdistanê bilind bike bixebite.

Back to top button