Polîtîk

PKK bi fermana xelkek din tevdigere

 Berpirsê liqa 20 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şêxanê Elî Ewnî tekez kir ku, her kesek li Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûye mafê wî heye ku wek şehîdê nîştîman were hisabkirin. Herwiha derbarê vekişandina gerîlayên PKKê ji Başûrê Kurdistanê dibêje, balek di nava PKKê de heye ku bi destê xwe û bi îradeya xwe nagere, lê belê di bin berjewendiya xelkên din û bi fermana xelkên din digere, dema ku behsa vekişandinê jî dikin nerastiyeke mezin tê de ye.

Elî Ewnî Endamê Serkirdayetiya PDKê û Berpirsê liqa 20 ya PDKê li Şêxanê ji malpera KDP.info re veneşart ku balek di nava PKKê de heye ku ku bi destê xwe û bi îradeya xwe nagere, lê belê di bin berjewendiya xelkên din û bi fermana xelkên din digere.

Herwiha di wê baweriyê de ye ku, “Dema ku behsa vekişandinê ji Başûrê Kurdistanê jî dikin nerastiyeke mezin tê de ye, ku dibêjim em li ser daxwaza hemû xelkê li vir in, lê raya xelkî jî tenê ya 2-3 kesên ser  cadeyê ye.”

Berpirsên PKKê di çend rojên borî de daxuyanî dan ku ew naxwazin li Başûrê Kurdistanê bimînin û dê vekişin, lê Elî Ewnî dibêje: Ew li vir dimînin da ku hêncetê bidin dagîrkerên Kurdistanê, ku leşkerên xwe bînin ser sînorên me, bi taybetî jî niha em di qonaxeke çarenivîsaz de ne û gellek nemaye ku em rizgar bibin, ew jî dixwazin rewşê aloz bikin û derfet û hêncetê dide destê dagîrkeran da ku bên nava Kurdistanê.

 

Eli Ewni

Ewnî wiha domand: “Ev yek gilî û daxwaza Herêma Kurdistanê ye ku divê vekişin, lewma neçar man ku bêjin belê emê vekişin, lê eger gel ji me bixwaze. Gel kî ye? Gel li cem wan 2 – 3 kesên nêzîkî wan in? Vê hemû hikûmetê red dikin û rêzê li destkeftên me nagirin. Bi xwe tên ser careyê û dibêjin va gel naxwaze em vekişin. Ev lîsê pir kevn e.”

Elî Ewnî wiha got: Miletê me beriya 6 – 7 mehan hilbijartinên xwe kirin û nûnerên xwe diyar kirin, lewma dive hikûmet û parlamentoya Kurdistanê wê biryarê bidin, ku ew li vir bimînin yan jî herin. Nabe xwe bi ser dezgehên Herêma Kurdistanê xwe feriz bikin.

Ewnî ragihand: “Ez bawer nakim ku, ew hejmara wan ya kêm ku li Başûrê Kurdistanê ye, karibe ti şere û hevsengiyeke yekalîker bike. Dema ku amadebûn pêwîstiya Kurdistanê bi wan hebû. Ez jî kesekî sivîl im, min çek helgirt û min şer kir û çend mehan li eniya şer bûn. Wê demê pêwîstiya Kurdistanê bi me hebû. Niha rewş asayî bûye û ez jî ne li şer im. Dema erkê me bi dawî hat me xatir ji Hêzên Pêşmerge yên li eniya şer xwest û ez vegeriyam navenda xwe.”

Berpirsê liqa 20 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şêxanê Elî Ewnî tekez kir ku, “Her kesek li Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûye mafê wî heye ku wek şehîdê nîştîman were hisabkirin, ew şehîd çi ji Bakur be, çi ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê be.”

Derbarê meydana rastî ya xebata PKKê û xweferizkirina li ser Başûrê Kurdistanê, Elî Ewnî wiha got: “Niha dema yekxistina setratejiyeta gelê Kurdistanê ye, ku ne kêmî serxwebûnê ye. Divê di dema vê xwena dêrîn de, gelê kurd aloziyan ji xwe re dernexe û bi rastî mafê gelê xwe bidest bînin û asta niştimanperweriyê ya gelê Kurdistanê bilind bikin.”

Elî Ewnî wiha domand: “Em jî rêbaza Barzaniyê nemir fêrî canfedayiyê bûne, fêrî xweferizkirin û înkara xelkê nebûne. Niha erkê wan bi dawî hatiye û dive ji Başûrê Kurdistanê vekişin.”

Back to top button