Ev Agrî ye

Li Bajarê Kurdistana Bakur bûyerên balkêş dibin. Lê mixabin herkes di vê pirsê de bê denge û çavgirtiye.Di serî de li Diyarbekirê gelek bajarên Kurdistanê xwepêşandan pêktên. Ev xwepêşandan ji aliyê hinek dezgehên sivil vet tên organize kirin. Bi hêzaran insan tevlî van xwepêşandana dibin. Di van xwepêşandanan de ala Tirkiye tê bilind kirin û helwestên PKKê û çalakiyên wan protesto dikin.Dema mirov ji hinekan dipirsê ev çiye? Bersiv amadeye û dibêjin: Ev hemû koruyucune, dewlete ne tiştek girîng e. Lê beşek jî ji xelkê dibêjin: Yên bajarên me anîn vî halî bila şermê bikin.xwepesandanDi rastiya xwe de ev kes kî bin û çibin , di encamê de kurdin. Dibêjin Kurd û Tirk birane, PKK kurda temsil nake, edî bese û wesfê Tirkiye didin. Yanî vekirî pişgiriya hukumetê dikin û siyaseta îro ji aliyê hukumetêve li Kurdistana Bakur tê rêvebirin baş dibînin û pişgiriya xwe didin xûyakirin.Gelek vekirî ev weneyek diltezîn be û ne baş bê jî,mixabin ji siyaseta çewt bi zanebûn xelk anine vê radeyê.Ev rastî bête dîtin belkî mirov tuzekî li xwe vegere û rastiya xwe jî bibîne.

Nerîna min :