Polîtîk

Esad çi ji kurdan dixwaze?

Rejima Sûrî piştî destpêkirina xwepêşandana li gelek bajaran pêkhatî û hêjî berdewamin, dixwaze bi awayekî xwe nêzikî kurda bike.

Ji bo vê jî ji berî çen rojekî serokê Sûrî li gel hinek berpirsên eşîrên ereb û kurd yên li herêma Kurdistanê civînek pêkanî û hinek soz dan wan. Herweha Esad berpirsên 3 partiyan jî dawetê vê civînê kirîbûn, lê ew neçûn. Partiyên kurdan li himber vê hevdîtina serokê Sûrî û hinek berpirsên eşîra rawestan û ev yek wek xapandinekî nirxandin.

Li gora nûçeyên digihin, nêzikî 48 girtiyên kurd yên ku di Newrozê de hatibûn binçav kirin hatin berdan.

Back to top button