Polîtîk

Elçî: Em hêj negihatine encamekî

Li gora hinek ragihandinên medyayê, dê BDP di hilbijartinan de serokê HAKPAR-ê Bayram Bozyel ji Diyarbekirê û seroê KADEP-ê Şerefattin Elçî jî ji cehekî ku bête hilbijartin bike berendamê parlementoyê. Ev yek wek pêkanîna blokek ya kurda tê nirxandin. Ji bo vê jî hevserokê KCD-ê Ahmet Turk li gel Şerefettin Elçî û Bayram Bozyel hevdîtin kirine.

Di vê derbarê de serokê KADEP-ê Şerefettin Elçî daxuyaniyek da rojnama Taraf û got: Di vê derbarê de pêwendiyên me hene , lê hejî em negihatine encamekî. Eger em bigihin encamekî dê ev bibe “ Blokê Kurdî“.  Bê goman wê ev blok dengê kurda zêdetir bike. Wê bandorek vê erênî li ser kurde çêbibe. Dê ev yek dengên Ak-Partiyê li herêmê kêm bike. Wek min gotî enm hêjî negihatine encamekî. Lê eger tifaqa ya kurdan çêbibe ez bawerim dê berjewendiya kurdan de be..

Back to top button