Polîtîk
Ermenî di destûra nû de çi dixwazin?
Ermeniyên li Tirkiye pêşniyarên xwe di derbarê destûra nû de rêkirin komisyona li hevhatina destûrê ya parlementoyê. Di vê derbarê de serpîskopos Aram Ateşyan got: Çarenusa Tirkiye çarenûsa meye jî. Di pêvajoya amadekirina destûrek nû de, me jî wek cemaeta ermeniyan , ditinên xelkê xwe standin û pêşniyarên xwe di derbarê destûra nû de rêkirin komisyona parlementoyê.
Ermeniyan dan xuyakirin ku dive destûra nû ne bi rih û mentalita destûra heyî bête amadekirin. Ermenî dibêjin guhertinên destûrê nabê merhema birînan , ji bo vê dive destûrek nûjen çêbibe.
Rojevakurd