Kurd li Sûriyeyê sîstemeka nenavendî û laîk dixwazin
Berpirsekî pile bilindê Kurdên Sûriyeyê ragihand, ku ew li ser du xalan xebat dikin ku yek ji wan taybet bi rewşa Sûriyeyê piştî rûxana rejîmê û çawanîya birêveçûna ewê dewletê û xala din jî mafên gelê Kurd piştî gorankarîyên evî welatî ye.
Sekreterê giştîyê Partîya Demokarata Kurd li Sûriyeyê (Elpartî) Ebdulhekîm Beşar di bêjedaneka taybetî de ji ajansa PNA re ragihand, ku ´´ em wek encûmena biştîmanîya Kurd li ser evê bawerîyê ne ku gerek dewleta Sûriyeyê sîstemeke siyasî ya nenavendî hebe (navendî nebe) û xodanê destûreka laîk be û mafê hemû ol û netewe tê de parastî be, ji ber ku me nenavendîya siyasî divêt. Çimku bi evê core desthilatdarîyê mafê hemû neteweyên Sûriyeyê dihê parastin û herwisa me sîstemeka laîk divêt, çimku tenê bi evê sîstemê, hevwelatî di maf û erk de bi bê cudayîya regezî yeksanin (wek hevin).
Ebdulhekîm Beşar di evê bêjedanê de herwisa got: ´´ em wek neteweya Kurd li ser xaka bab û bapîrên xwe dijîn û ji mafê me ye ku em bi destên xwe çarenivîsa xwe diyar bikin û pûdivê ye eve jî di destûra nû ya Sûriyeyê de bihê berdestkirin.´´
Di dawîya bêjedana xwe de, sekreterê giştîyê PDKS weha da xuyakirin:´´ em wek Kurd ji destpêka şoreşê ve heta niha, me beşdarîyeke bihêz di şoreşa Sûriyeyê de heye û di heman demê de ji alîyê siyasî ve em wek Kurd ji bo çespandina mafê gelê Kurd piştî rûxana Beşar Esed li gel opozisiyona Sûriyeyê re di peywendîya berdewam de ne.´´