Civak

Hewlêrê bi xwepêşandanê ’12 Adarê’ bibîr anîn

Li gora nûçeya AKnews, Bi beşdariya sedan welatiyên kurd li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê salvegera 8emîn ya serhildana “12 Adarê” ya kurdên rojava hate bibîrhênan.

Di 12ê Adara 2012 de komkujiyek li Qamişlo pêk hat. Polîs û leşkeran, bi hêzên faşîst re, 30 hemwelatiyên kurd kuşt, 160 birîndar bûn, bi hezaran kes hate girtin û bûne sedema bi milyonan zerera mal ji xelkê Kurd re.

Xwepêşanderan dirûşmên li dijî rejîma Sûriyê, wek “Birûxe rejîm” û laçûna Beşar el-Esed hildan û piştgiriya xwe bo şoreşa gelê Sûriyê nîşandan.

Xwepêşandanê ji çarêyên Eynkawa li Hewlêrê dest pê kir û berev baregeha Neteweyên Yekgirtî (NY) meşiyan ji bo yadeşteke bispêrin berpirsên YN li baregeha Hewlêrê.

Salek derbaz bû li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 9 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

Back to top button