Êrîşên li ser kolberên Kurd berdewam in

Di heyamê 2 rojan de li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 10 kolberan bi êrîşên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gor amar û raporên navendên mafê mirovan, tenê li sinorê Hengejale ya Banê herî kêm 9 kolber, bi destê hêzên çekdar ên rejîma Îranê birîndar bûne.
Li gor raporên navendên mafê mirovan, tenê di meha Mijdarê de, 10 kolberên zarok ku temenê wan kêmtirî 18 salî ne, bi destê hêzên rejîmê birîndar bûne.
Şeva Çarşemiyê jî kolberek bi navê Esed Hesenpûr temen 25 salî, xelkê gundê Ceefer xan a girêdayî bajarê Seqizê, li ser sinore Hengejale a Banê ket ber teqîna rasterast a hêzên rejîmê û bi giranî birîndar bû, heta gihandine nexweşxwanê canê xwe ji dest da.
Herweha roja Çarşemiyê, termê bê rih ê kolberekî bi navê Rehman Merûfî, temen 32 salî, xelkê Gezgeska girêdayî bi bajarê Pîranşehrê, li navça sinorê “Ganpe” ji aliyê çiyageran ve hatiy dîtin, ku du rojan berî niha di dema kolberiyê de winda bûbû û bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest daye.