Li Hollandayê tundrew Geert Wilders bi ser ket

Li Hollandayê 13,6 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan. Partiya Azadî ya rastgir a tund (PVV) ku pêşengiya wê Geert Wilders dike û li dijî Îslamê ye, di pêşbaziyê de bi ser ket. Wilders di axavtina xwe ya piştî serkeftina hilbijartinê de wiha got: “Êdî PVV nikare bê paşguhkirin. Li gor anketên ku ji aliyê Ipsos ve hatin weşandin, Partiya Azadî (PVV) hejmara kursiyên xwe yên li Meclîsê derxist 36an. Partî di heyama berê de 17 parlamenterê xwe hebûn. Ger encam bi dawî bibin, serkeftina Wilders û partiya wî wê ji bo Hollandayê bibe qonaxek nû.
Hollanda yek ji endamên damezrîner ên Yekîtiya Ewropayê (YE) ye. Ji ber vê yekê serkeftina Wilders wê li Ewropayê şokek mezin çêbike. Wilders bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike. Divê partiyên din razî bike ku hikûmetek koalîsyonê ava bikin. Armanca wî ew e ku di Parlamentoya Hollandayê ya ji 150 kursiyan 76 kursiyan bi dest bixe.
Têkçûya hilbijartinê: Dilan Yeşilgöz
Dilan Yeşilgoz a ku Kurda Dersimê ye, dihat pan ku di hilbijartinê de biserkeve û bibe Serokwezîra Hollandayê. Lê di hilbijartinê de partiya wê bi ser neket. Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê ya bi serokatiya Dîlan Yeşîlgoz li gor hilbijartinên berê 11 parlamenter winda kir û 24 wekîl bi dest xist. Yeşîlgoz têkçûn qebûl kir û di daxuyaniya xwe de got: “Ji bo me encam xemgîn bû. Ji emê dersên mezin ji vê yekê derxin. Bi têra xwe nehat guhdarîkirin, têra xwe çareseriyên bikêr nehatin pêşkêşkirin. Ev ji bo me rûpelek nû ye. Bi dersên ku me îro girtin, emê Hollandayek ku em jê bawer dikin ava bikin”.
Rastgir û nîjadperestê Hollandî Geert Wilders, ê ku di hilbijartinên Hollandayê de bi ser ket, bi salan e ku siyaseta welêt gurr dike. Wîldersê ku bi fîlmê dijî Îslamê yê bi navê “Fitne”yê nav û deng da, bi rexneyên xwe yên li Erdogan jî derket pêş.
Siyasetmedarê rastgir ê tundrew Geert Wilders, ku di hilbijartinên Hollandayê de bi ser ket, di sala 2008an de bi fîlmê xwe yê 17 deqeyî yê li dijî Îslamê yê bi navê “Fitna” ket rojeva Ewropa û Tirkiyê. Di fîlmê Wîlders yê li dijî biyaniyan û li dijî Îslamê (PVV) de hat îdiakirin ku çavkaniya terorê ji Îslam û Quranê derketiye û herwiha hat îdiakirin ku Îslam dixwaze şaristaniya Rojava tune bike.
Geert Wîlders ê ku Quran Kerîm bi pirtûka Adolf Hîtler a bi navê “Mein Kampf” da ber hev û xwest Quran bê qedexekirin, diyar kiribû ku divê koçkirina misilmanan a ji bo Hollandayê bê qedexekirin.
Geerd Wilders çawa bû tundrewek rastgir?
Wilders ê 60 salî ku bi salane bi polîtîkaya xwe ya paraztina avhewayê û gotinên xwe yên li dijî Yekîtiya Ewropayê derketiye pêş, 25 sal berê cara ewil kete meclîsê. Wildersê ku bi daxuyaniyên xwe, ji dema ku ew ket siyasetê de, ji aliyê îslamîstan ve jî gelek caran rastî gefan hat. Ji ber vê sedemê Wilders ê ku ji sala 2004an û vir ve timî di bin paraztina polîsan de ye, ji ber ku dewleta Fasê bi navê “pişk” bi nav kir, hat darizandin û mehkûmkirin. Wilders di sala 1963 de li Venlo, Hollanda, li ser sînorê Almanyayê ji dayik bû, di malbatek katolîk de bi birayek û du xwişkan re mezin bû. Dayika Wilders, ku wî kêm qala wê dikir, nîv Endonezyayî bû.
Birayê wî yê mezin Paul Wilders ji kovara Alman Der Spiegel re axivî û diyar kir ku birayê wî di salên 80î de bi siyasetê re eleqedar bûye, lê wê demê ne li aliyê çep û ne jî li rastê rawestiyaye û got: “Lê belê lîztika siyasetê, koçberî û bandorê ew ber bi xwe ve dikişand”. Meyildariya siyasî ya Wilders bi kujtina rêberê rastgir Pim Fortuyn di sala 2002 de û kujtina fîlmçêkerê radîkal ê dijî-îslamî Theo van Gogh di sala 2004 de geştir bû. Wilders di sala 2012an de, dema ku xebera mirina Van Gogh wergirt, di pirtûkek xwe de wiha nivîsîbû: “Tê bîra min ku lingên min ji şok û hêrsê dihejiyan”.
Kengî partiya xwe ava kir?
Wilders di sala 1998an de bi tevlêbûna Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ku niha bi pêşengiya Dîlan Yeşîlgöz-Zegerius a Kurd, kariyera xwe ya siyasî dest pê kir. Porê wî yê ku di rojên wî yên ewil ên di siyasetê de qehweyî bû, paşê bi rengê zer boyax kir û ev porê wî bû nîşana Wilders. Wilders ku di demek kin de hînî serdestiya medyayê bû, di sala 2006an de ji VVD derket û partiya xwe ava kir, di sala 2017an de bû duyemîn partiya herî mezin a meclîsê û di sala 2021ê de jî bû partiya sêyemîn.