Civak

Dezgeha Alîkariya Barzanî 14 ton alîkarî dişîne Xezzeyê

Dezgeha Alîkariya Barzanî wê bi giştî 14 ton alîkariyan bişîne Xezzeyê ku ji 2500 pakêtên xwarinê, 200 pakêtên tenduristiyê û 200 pakêtên cilûbergan pêk tê. Alîkarî wê bi balafiran bişînin Misrê û ji wir jî derbasî Deriyê Sînor ê Refahê bibin û li Xezzeyiyan bên belavkirin.

Serokê Dezgeha Alîkariya Barzanî ya li Hewlêrê Mûsa Ehmed, di civîna çapemeniyê ya li gel Konsulê Giştî yê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Xezûrî, di derbarê kampanyayên alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê agahî da.

Ehmed, ji bo kesên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn xwest û got ku ew amade ne rûbirûyê her rewşên mirovî yên li herêmê bibin.

Ehmed, diyar kir ku ji bo Xezzeyê komkirina alîkariyê didomînin û wiha got: “Alîkarî ji 14 tonan pêk tê, 2 hezar û 500 pakêtên xwarinê, 200 pakêtên tenduristiyê û 200 pakêtên cilûbergan hene. Wê bi balafiran ji Misrê re û ji wir jî ji bo sînorê Refahê bên şandin û li Xezzeyiyan bên belavkirin”.

Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Xezûrî spasiya alîkariyên Dezgeha Alîkariya Barzanî kir û got: “Ev ji bo me tiştekî nû nîne, Herêma Kurdistanê hertim destê alîkariyê dirêjî gelê Filistînê kiriye”.

Back to top button