Li Tirkiyê operasyona bertîl û gendeliyê: 46 polîs hatin girtin
Walîtiya Stenbolê ragihand ku di çarçoveya operasyona “bertîl”ê de Stenbol jî tê de li 6 parêzgehan 105 kes hatine girtin ku 59 jê sivîl û 46 jê polîs in.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku ekîbên Midûriyeta Emniyeta Stenbolê di derbarê sûcê ” dan û stendina bertîlê” de bi proje û şopandina teknîkî operasyon li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de hat tesbîtkirin ku di salên 2022 û 2023an de, di 67 çalakiyên cuda de 62 sivîlan bertîl dane û 46 polîsan jî bertîl stendine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonên de 59 sivîl hatine girtin û sewqî dadweriyê hatine kirin. Di vê çarçoveyê de li Stenbol, Kocaelî, Bedlîs, Mûş, Gumuşhane û Şirnexê bi tevahî bi ser 46 navnîşanan de hat girtin û 46 polîs jî hatin binçavkirin.