Polîtîk

Êrîşên li dijê PDKê şermezar kirin

 

Hevserokên BDPê Gulten Kişinak û Selahattin Demirtaş peyamek  pêşkêşî serokê Kurdistanê kirin û bûyerên terorîstî yên bajarê Kerkûkê encam dayîn şermezar kirin.

Di peyamê de tê ragihandin ku ev bûyerên dilgiran em gelek aciz kirine. Herdu hevserokên BDPê serxweşiya malbatên qurbaniyên bûyera terorîstî dikin û behsa êrîş û komkujiyên li dijê gelê kurd dikin. Hevserokên BDPê dibêjin tişta ku bikaribe van êrîşan berteraf bike yekitiya miletê kurd e.

Hevserokên BDPê berdewamiya payama xwe de gotin:: Ev êrîş ne tenê li dijî PDKê  yan jî dijê beşek yê Kurdistanê hatiye kirin. Ev êrîş dijê tevahiya gelê Kurdistanê hatiye kirin.

 

 

Back to top button