Cîhan

Ev kîne hatine binçavkirin

Li gora nûçeya rojnama Frensî Le Parisien, duh êvarî du kes bi tuhmeta kuştina 3 jineên kurd li parîsê ji aliyê polisên Fransî ve hatine binçav kirin.

Herweha li gora rojname îdia dike ev herdu kesên ji aliyê polisan ve hatîn girtin ji Kurdistana Bakurin û temenê yekî ji wan 39 yê din jî 31 sal e.

Ev nûçeya rojnama Le Parisien ji aliyê kanala televizyon a BFN ve jî hatiye piştrastkirin.

Herweha di medya Tirki de ji li ser girtina du kesan gelek nûçe û îdia hene. Di vê derbarê de heta niha polisên Frensî bi fermî tu daxuyani nedane.

Lê tişta herî girîng ewe ku rojik zûtir ew kesên ev qetliam kirîn bêne dîtin û raya giştî jî bi zelalî bizanibe ka kîjan hêz li pişta vê bûyera qirêji û herweha kîne ku naxwazin ev pêvajoya destpêkirî bi rêve herê. Di rastiya xwe de zelalkirina vê bûyerê wê gelek awayan de bandora xwe di civakê de bide xuyakirin.

Back to top button