Nivîsar

Zimanekî Bêxwedî: Kurdî

Yek ji xalên herî girîng yê ku xelkê dike millet, ziman e. Lewra çîrok û dîrok, meselok, roman û destan, kesayetên wêjeyî û dîrokî êş û şabûn, bi kurtasî hafize û çanda her milletî bi zimanê xwe derbasê nifşên pêşerojê dibin.

Ji bo ku ziman jî bijî û bi pêşde here pêwist e ku pê were axaftin û pê were nivîsandin. Lê ji bo vê jî pêwist e ku ziman an bibe zimanekî fermî yê dewletekê yan jî divê ji alîyê dewletekê ve were parastin. Aha bextreşîya Kurdî jî ji virê dest pê dike. Lewra bi qasî ku ez dizanim Kurdî di tu heyamên dîrokê de nebûye zimanekî fermî yê dewletekê ne jî ji alîyê dewletekê ve hatîye parastin. Tew ev ziman zimanekî wisa ye, ji bo ku were jibîrkirin û winda kirin li serê zext u qedexe qet kêm nebûne.

Ez ji bo vê yekê ji bo Kurdî dibêjim zimanê bêsiûd û bêxwedî. Lê Kurdî li hemberê her tiştî hebûna xwe didomîne. Bi vî alîyê xwe jî bûye mezherê îltîfatên Bedîuzzeman. Bedîuzzeman dibêje ku ”Di navbera zimanên ku qet nebûne zimanê fermî yê dewletan de Kurdî zimanekî ender e ku hebûna xwe didomîne. Ev jî ji ber hêz û dewlemendîya Kurdî ye.”

Helbet dengbêjên nemir yên ku vî zimanî bikar anîn û pêşde birine jî em nikarin ji bîr bikin. Lê êdî ji ber aletên têkilîya girse û qedexeyên dewletê, derman u taqeta Kurdî nemaye. Çîkên çavan rijîyane, pişta wî xwar bûye. Mîna mirovekî ku ji nêzan û ji nexweşîyê qels bûye, bê hêz maye û ketiye nava nivînê. Helbet ji vê rewşê tenê dewlet yan jî sedemên li derveyên me, ne berpirsyar in.
 
Berpirsyarê herî mezin em in, ango ewladê Kurdan. Heta niha me bi têra xwe eleqe nîşanê zimanê xwe nedaye. Lê êdî divê em li zimanê xwe xwedî derkevin û pêşde bibin. Lewra ev, pêşî li hemberê Xwedê û paşê jî li hemberê bapîr û zarokên me berpirsyarîya me ya herî mezin û herî girîng e.

Dibêjim li hemberê Xwedê; lewra ez difikirim ku ziman jî mîna tiştên din, emanetên Xwedê ne. Pêwîst e ku em li emanetê Xwedê xwedî derkevin. Heke em li vî emanetê Xwedê xwedî dernekevin ez ditirsim ku Xwedê wê li mehşerê hesabê vê jî ji me bipirse.
 
Dibêjim li hemberê bapîr û zarokên xwe em berpirsyar in; lewra ez difikirim ku ev nirxek e ku me ji bapîrên xwe standîye û divê em bidin zarokên xwe. Heke em vî nirxî, nikaribin bidin zarokên xwe û di destê me de dawî bibîne, dîsa ez ditirsim ku emê bibin deyndarê bapîr û zarokên xwe. Lewra Bedîuzzeman di derbarê vê mijarê de jî, me hişyar kiriye û gotiye: “Heke em li emanetê bapîrên xwe xwedî dernekevin, sibe li mehşerê di navbera tifkirina bapîr û zarokên xwe de em ê bifetisin.” Wê çaxê, yên ku dixwazin ji berpirsyarîya li hemberê Xwedê û ji deynê bapîr û zarokên xwe bifiltin, divê li namus û rumeta me, li zimanê xwe xwedî derkevin. Lewra zimanê me tiştê herî dawî ye ku di destê me de maye. Gava me ew jî winda kir ne ruhê me wê bimîne û ne jî canê me. Ne hebûna me wê bimîne û ne jî nasname. Li gorî min jî, heke nasnameya insanekî tunebe, jê re tu wateya jîyanê jî tune ye.

Pêwîst e em li ser vê hinekî bifikirin

Ez banga Kurdan dikim. Werin êdî em bi Kurdî guhdar bikin, bi Kurdî biaxivin û bi Kurdî bifikirin, da ku Kurdî di zimanê me de û di binê hişê me de cih bigre. Bila rûyê Kurdî jî piçekî bikene. Belê, divê em êdî li zimanê xwe xwedî derkevin, birîna wî bipêçin, hestirên çavên wî paqij bikin, serê wî rakin û têxin navbera zimanên dinyayê. Divê em ji bîr nekin, ev wezîfe li hemberê bapîr û zarokên me, deynê stûyê me ye.

Mesûd Kizmaz   

 

(Nûçevan)

 

 

Back to top button