Erîş birin li ser festivala kurdî
Wek nerîteka (adeteka) salane, kurdên rojavaya Kurdistanê hemû salan festîvala wêje û helbesta kurdî saz dikin û di vê festîvalê de, gelek helbestvan amade dibin û tekst û helbestên xwe yên Kurdî pêşkêş dikin.
Îsal jî ev festîvala han ji alîyê kurdên rojavaya Kurdistanê ve hatibû sazkirin, roja înê vê festîvalê dest bi karên xwe kirbû. Belê amadekarîyên ji bo sazkirina festîvala îsal, ji yên par cuda bûn û di rewşeka cuda jî de ev festîvala han hat sazkirin.
Di vê derbarê de, endamekî komîteya amadekirina festîvala salaneya helbesta Kurdî ya rojavaya Kurdistanê yê ku nexwezt navê xwe bêje, di bêjedaneka taybetî de ji PNA re ragihand, ku îsal wek hemû salên berê û bi amadebûna gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd, festîvala salaneya wêje û helbesta Kurdî li gundekî devera Dêrikê hat sazkirin.
Evî jêderî got: Dema ku di destpêka festîvalê de me dest bi xwendina çend tekst û helbestên Kurdî kir, ji nişkê ve hêzên ewledarîyê yên bajêrê Celaxa êrîşî nav dîwana festîvalê kirin û ji me daxwaz kirin, ku yan divê em vê dîwanê vala bikin û yan jî ew dê me hemûyan bigirin.
Evî jêderî weha jî got, ku ji ber gefên hêzên ewledarîyê, ew neçar man ku dîwana festîvalê vala bikin û bi vî şêweyî, karên festîvalê jî rawestiyan.
Evî jêderî weha jî da zanîn, ku hêzên ewledarîyê nasnameya hindek kesan bi xwe re birin û ji wan re gotin, ku ew dê paşê nasnameyên wan ji wan re vegerînin.
Hêjayî gotinê ye, ku piştî koçbarîya dawî ya helbestvanê navdarê Kurd Cegerxwîn, hemû salan Kurdên rojavaya Kurdistanê festîvala salaneya helbesta Kurdî saz dikin û di salên çûyî de, ti caran hêzên ewledarîyê hilwestek weha dijwar ji bo sazdana evê festîvalê nîşan nedidan.
Nûçe: Newroz / Qamişlo