Îroj

21'ê Sermawez

21’ê Sermawez

Di sala 1955’an û di rojekî wekê îroyê de Peymana Bexdayê hate îmza kirin.

Peymana Bexdayê (1955-1958) di navbera welatên Tirkiye, Îran, Iraq, Pakîstan û Îngîlîstanê de hatiye îmza kirin. Navê peymanê piştî sala 1958ê bû CENTO (Central Treaty Organization – Rêkxistina Peymana Navendî), hate guherandin.

Peymana Bexdayê li dijî Sovyetan hatiye çêkirin ku daxwaza pêşigiritina Yekitiya Sovyetan ya li ser Rojhilata Navînê bû.Peyman hewkariyên li ser parastin û ewlekariyê saz bû.

Di sala 1958’an de Iraq xwe ji peymanê vedikêşe û dû re jî Dewletên Yekgirtiyê Emerîka tevlî peymanê dibe.Piştî tevlîbûna DYA peyman ji nû ve tên nivîsandin.

Di sala 1978’an de Îran û dû re jî Pakîstan xwe ji peymanê vedikêşin û hebûna peyman jî tine dibe. Di navbera salên 1961-1979’an de navenda peymanê li Avahiya Parlementoya Tirkiye ya berê hatiye bikaranîn.

 

Back to top button