Polîtîk

CHP di derbarê pirsa kurd de raporekî amade dike

Serokê CHP-ê Kemal Kirliçdaroglu serdana Diyarbekir kir. Li Diyarbekir Kilçdaroglu tu civînên girseyî pêkneanîn, tine berpirs û endamên partiya CHP-ê pêşwaziya wî kirin. Kiliçdaroglu li Diyarbekir di derbarê pirsa kurd de tiştek negot. Lê cardin gelek çirove li ser serdana Kiliçdaroglu çêbûn.

Cigirê serokê CHP-ê mesut Deger di daxuyaniyek ya xwe de da kifşkirin ku, CHP, raporekî di derbarê pirsa kurd de amade dike. Dê ev rapor sala 2011-ê bête eşkere kirin. Li gora ku ¨Deger radigihîne di vê raporê de pêşniyarên CHP-ê di derbarê çareseriya pirsa kurd de hene û dê ev rapor dîtina CHP-ê be.

Back to top button