Kultur

Baştrîn filmên Kurdî hatine diyar kirin

Ji aliyê Şaredariya Êlihê (Batman) ve 1. Pêşbirka Kurtefilmên Kurdî yê Yilmaza Guney hate organîzekirin. Di pêşbirkê de filma bi navê ‘Deng’ yekemîn,filma ‘Bisiklet’ duyemîn û filma bi navê ‘Dîcle’ jî sêyemîn bûn.

Di merasîma 1. Pêşbirka Kurtefilmên Kurdî yê Yilmaza Guneyê de Serokê Wakfa Yilmaz Guney Riza Zingal, Cihgirê Şaredariya Êlîhê Serhat Temel, berpirsyarên rêxistinên sivîl û derhênerên sînemayê Ahmet Soner, Kazim Öz, Yüksel Yavuz û lîstikvanên wek Menderese Samancilar Erkan Can hazir bûn.

Di merasîmê de peyamên Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay û derhêner Fatîh Akin hatin xwendin û pişt re jî di pêşbirkê de fîlmên serete hatin xuya kirin.

Fîlma bi navê Deng li ser mijara kesên girtî û malbatên girtiyê û li ser perçebûna têkîliya malbatê wan sekinandiye. Xelata yekemînê derhênerê filmê Filiz Işıkê re hate dayîn. Xelata duyamîn jî ji derhênera filma bi navê Bisikletê yê Serhat Kilicaslanê re û xelata sêyemîn jî ji dêrhenara fîlma Dîcleyê ji Seren Gulê re hate dayîn.

Back to top button