Cîhan

Ergenekon dewleta kûr e

Li Tirkiye doza Rêxistina Terorîst a Ergenekonê rojane dikeve qonaxên nû de. Di vê dema  girtin di çerçova vê doze de berdewamin û herî dawî Yalçin Kuçuk û hinek rojnemevan hatin girtin. Parlementerê parlementoya Ewropa û serokê guruba Lîberal yê berê Graham Watson pişgirî da doza Ergenekonê.

Watson di  vê derbarê de di parlementoya Awropa de axavtinek kir  û got: Doza Ergenekonê gelekî girîng e. Ji bo ruxandina dewleta kûr berdewambûna doza Ergenekonê girînge, ev doz dikare dewleta kûr ji hole rake. Herweha Watson di berdewambûna axaftina xwe de, serokê Fransayê Sarkozî jî bi tundî rexne kir û got ku; Sarkozî di derbarê ketina Tirkiye ya Yekitiya Ewropa de ne xwedî desthilate ku di vê derbarê de daxuyaniya bide.

Watson rexne li helwesta partiya kristiyanên demokrat li Almanya kir û got di bingehê xwe de ev partî li Almanya çibe, Ak Partî jî li Tirkiye ewe. Yek demokratê kristiyane û yek jî demokratê misilmane.

Di rapora Yekitiya Ewropa ya di derbarê Tirkiye de sibehê tê belav kirin û gelek waran de pişgiriya pêşketinên Tirkiye çêdibin tê kirin û di hinek waran de jî rexne li Tirkiye hene. Taybetî di derbarê pirsa kurd û rewşa dadweriyê de û azadiya rojnemevaniyê de rexne hene.

Back to top button