Polîtîk

Kerkûkî: Çi hêzeke çekdarî nehatiye nav parlamentoyê

Parlamentara Grûba Goranê Kwêstan Mihemed ragihand ku bi biryara Serokê Parlamentoya Kurdistanê deriyê hola parlamentoyê li ser endamên grûpên dijber hatiye girtin û hêzên çekdar hatine nav parlamentoyê. Serokê Parlamentoyê jî da xuyakirin ku çi hêzeke çekdarî ji derve nehatiye nav parlamentoyê.

Endama Parlamentoya Kurdistanê ya ser bi Grûpa Goranê Kwêwstan Mihemed ji AKnewsê re got, “Rapora Komîsyona Daxwazên Xwepêşanderan amade ye lê bi biryara Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî ev çend car in civîna awarte ya li ser daxwazên xwepêşanderan tê taloqkirin û grûpên dijber jî îro helwest wergirt û ji hola parlamentoyê derneketin.”

Mihemed diyar kir ku ji ber helwesta wan û li ser daxwaza serokê parlamentoyê, deriyê hola parlamentoyê û deriyê çûna derve ya parlamentoyê zêdetirî nîv seat li ser wan hatiye daxistin û gelek çekdar jî hatine nav parlamentoyê lê bi hewla çend endamên Grûpa Kurdistanî arîşe bi dawî hat.

Kemal Kerkûkî jî li ser vê meseleyê ragihandinek belav kir û da zanîn ku çi hêzeke çekdarî ji derve nehatiye nav parlamentoyê.

Li gor ragihandina Nivîsgeha Serokê Parlamentoyê, piştî bidawîbûna rûniştina parlamentoyê hindek ji parlamenteran xwestin rewşeke nearam û neasayî di nav hola parlamentoyê de çê bibe lewra serok serokê parlamentoyê ji bo rêgirtin li her karekî neasayî û nexwestî, ferman daye deriyên parlamentoyê bên daxistin ku piştî maweyeke kurt jî dîsa hatine vekirin.

Kerkûkî got, “ Çi hêzeke çekdarî nehatiye nav parlamentoyê, ji bilî hêza parastina parlamentoyê ku ew jî li gor peyrewa navxwe û bi fermana serokê parlamentoyê çi hêz nikare were nav hola parlamentoyê.”

 

 

 (AKnews)

Back to top button