Civak

Em tehdîda li ser ronakbîrên kurd protesto dikin

Di hevdîtinên awukatan ên li gel Abdullah Öcalan ên 18-ê Sibata 20011-ê de di beşên ji medyayê re eşkerenebûyî de, Öcalan ji bo hin ronakbîrên kurd got ”divê hinek van hiş bikin”. Piştî vê daxwiyaniyê di malpera TAK-ê de bi belavokekê Şivan Perwer, Muhsin Kızılkaya û Mehmet Metiner bi kuştinê hatin tehdîdkirin. Dîsa tehdîdên Öcalan û hin berpirsên PKK-ê yên li ser Kemal Burkay hene. Demekê berê jî Orhan Miroğlu û Osman Baydemir hatin tehdîdkirin.

Balkêş e ku PKK, KCK, DTK, BDP(*), serokên belediyan, parlamenterên BDP û rêxistinên sivîl ên civakî li hemberî van êrîşên çavsor û talûke bêdeng in.
Em, kesên navên wan li jêr, êrîş û tehdîdên li hember Şivan Perwer, Kemal Burkay, Muhsin Kızılkaya, Orhan Miroğlu, Mehmet Metiner û Osman Baydemir protesto dikin, van kirinan wek êrîşên giran ên li dijî azadiya fikrê dibînin û ji Öcalan, PKK û KCK-ê daxwaza rawestandina van êrîşan dikin.

Herweha di vê dema hilbijartinan de ku hewcedarî bi hevkariya hêzên demokratîk heye, em ji birêvebirên DTK, ji parlamenterên BDP û serokên belediyan daxwaz dikin ku li hemberî van êrîş û tehdîdan bêdeng nemînin û helwestê wergirin.

(*)Di dema komkirina imzeyan de duh serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş di civîna grûba parlamentoyê de bi eşkereyî li hemberî her awe tehdîda ronakbîran derket. Ev ji bo me ciyê kêfxweşiyê ye.

Îmze
Abidin Parıltı
Ali Fikri Işık
Bayram Ayaz
Celîlê Celîl
Cemal Batun
Emîn Narozî
Evîn Berçem
Enwer Karahan
Fadil Özçelik
Farıs M. Marşil
Fehim Işık
Firat Cewerî
Hamid Omeri
Hesenê Metê
Hoşeng Broka
Husseın Habasch
Îbrahim Güçlü
İsa Turan
Jan Dost
Kasım Ergun
Keya Îzol
Konê Reş
Kurdo Baksi
M. Ali Kut
Mahmut Kiper
Mamoste Nûjen
Mehmet Sanrı
Mukrime Tepe
Mûrad Ciwan
Mustafa Aydogan
Nezir Akat
Prîskê Mihoyî
Remzi Kerim
Rıza Polat
Rizganê Recevî
Selahattin Bulut
Sertac Bucak
Seyidxan Kurij
Sidqî Hirorî
Têmûrê Xelîl
Tosinê Reşîd

Back to top button