Polîtîk

Berhem Salih amadeye dest ji kar berde

Berhem Salih serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar got ku, eger parlamento daxwaz bike ew amade ye dest ji kar berde.

Berhem Salih îro di civîna awarte ya parlmanetoya Kurdistanê de amade bû û gotarek pêşkêş kir.

Salih di axavtina xwe  de got: ”Parlamentoya Kurdistanê, çawa dengê baweriyê daye hikûmeta herêma Kurdistanê, wisa jî dikare baweriyê jê bistîne.”

Serokê hikûmetê behsa aloziyên vê dawiyê yên herêam Kurdistnaê jî kir û wiha axivî:

“Mixabin, niha li herêma Kurdistanê  aloziyek heye ku zirarê dide jiyana gel. Lewre divê êdî bûyerên wiha neqewimin ku tê de mirov bên kuştin.”

Li gor AKnews, Berhem Salihdi berdewamiya gotara xwe de got ku xwepêşandan mafê sirûştî ye û divê daxwaziyên gel bên pêkanîn û got: “Ev xwepêşandan, derfetek girîng e bo pêkanîna reform û dadperweriya civakî. Divê em hemû bihev re kar bikin rewşa niha ya Kurdistanê aram bikin û pirsgirêkan bi zimanê diyalogê çareser bikin.”

Serokwezîrê herêma Kurdistanê, destnîşan kir, her dema ku parlamento daxwaz bike ew amade ye dest ji kar berde.

Back to top button