Nivîsar

Tevgera Goran kirîzeke siyasî li Kurdistanê afrand

Rêbwar Kerîm rojnamevanê navdarê başûrê Kurdistanê di nivîseke xwe de bo Rudawê, behsa bûyerên vê dawiyê yên herêma Kurdistanê dike  û dinîvîse ku Tecgera Goran kirîzeke siyasî li herêma Kurdistanê afrandiye û nizane  çawa xwe ji nav wê kirîzê bi serkeftî rixgar ke.

Ev li jêr hemû nivîsa Rêbwar Kerîm Welî:

Tevgera Goran qeyraneke –qirîzeke- siyasî li Kurdistanê afirand ku nizane çawa îdare bike û çawa bi awayekî serkeftî jê derkeve. Ji ber ku xelk heta hetayê li Berdergehê Serayê ranaweste, divê Goran û herdû partiyên Îslamî yên opozîsyonê ew îmkan di wan de hebe ku li ser maseya danûstandin û li jêr sîbera parlamentoyê, berhemê mabûna wê xelkê li Berdergehê Serayê ji xwe re misoger bikin. Lê tiştê me di dema borî de dît ku tê wek destkeftekê bo Goran û herdû partiyên din bê hejmartin, êdî li wan dibe bela.

Ev ne gotineke ku dixwazim xelkê pê bixapînim, lê ev nerîna hinek kesan e ku bi xwe ji nêzîk ve haya wan ji proseyê heye. Goran û herdû partiyên Îslamî projeyeke reformê ji 22 xalan bo raya giştî ya Kurdistanê ragehandin. Hê jî desthilat li Herêma Kurdistanê tiştek negotibû û ti helwêst pêşan nedabû, Goran bi xwe helwêsta xwe ji projeyê pêşan da, bi xwe projeya xwe red kir û da pêşiya hemû aliyan û got ew bawer nake hikûmet bikare di hundirê 2 mehan de van daxwazên cîbicîh bike, lewra pêdagir in li ser hikûmeta demkî, û çêkirina hilbijartinan di hundirê sê mehan de. Erê çima Goran nehişt hikûmet û desthilata siyasî baxivin û projeya wan red bikin û bêjin em nikarin di hundirê 2 mehan de van daxwazan bicîh bînin? Ji ber çi, meger xwestek ne ew e li vî welatî reform bê kirin?! Erê eger hikûmetê bikariya van reforman bike, xerab bû?

Lê mesele ne ew e û ew hevîr aveke zêde divê. Ji ber ku derdikeve li cihekî belê başe bo daxwazan tê kirin, li wî alî daxwaz tên tundtirkirin û zêdekirin! Li gor agahiyên min, di dema nivîsîna 22 xalan de Goran daxwaz kir serokê Herêma Kurdistanê jî îstîfa bike! Gava gotine wê dema di nebûna parlamentoyê de ti lêvegereke rewa li welat namîne, ew nexistin nav 22 xalan de. Êdî ji her tiştî balkêştir ew e ku ev 22 xal, bi qewlê dostekî ti pêdiviya opozîsyonê bi wê nebû 3 partiyên mezin û giran jê re rûnin û binivîsin 3 ciwan ku ti pisporiya wan di siyasetê de nebe dikarin ber êvarekê li çayxaneyekê rûnin û van 22 xalan binivîsin, ji ber çi? Ji ber ji serî heya binî daxwazkarî ye, lê ti mêkanîzimek nehatiye diyarkirin bo cîbicîkirina wan, ev çawa tên bicîkirin? Loma jî du meh ji hikûmetê re danîne bo bicîkirina wan!

Niha behsa hilbijartinên pêşwext û hikûmeta demkî, dikim. Pirsiyara min ew e gelo Goran û opozîsyon dikarin hikûmeta demkî ji xelkê Kurdistanê re ron bikin ka çiye? Ew behsa hikûmeteke demkî ya teknokirat dikin, min qebûl e. Başe di nebûna parlamentoyê de kê baweriyê dide wê hikûmetê? Kesek an desteyek? Ew kes kiye, yan ew deste çiye û kê wan hildibijêre? Kes nizane! Li Kurdistanê ku hemû civak bûye siyasî, eger nebêjin hizbî, wisa lê hatiye Goran behsa hikûmeta teknokirat a serbixwe dike. Hikûmeta serbixwe yanî çi?

Teoreya dûyem pêk tê ji hikûmeteke bingeh fireh a niştimanî ku 5 alî tê de beşdar bin, min ev jî qebûl e. Lê ev hikûmet dibe hikûmeta meşandina karûbaran û nikare ti biryarekê bide. Şerê Goran di vê parlamentoya niha de li ser yasaya pêkanîna desteya bilind a komîsyona hilbijartinan li Herêma Kurdistanê bû, wê demê li gor gotina wan kar bi komîsyona berê tê kirin û eger hilbijartin jî bên kirin careke din Goran piştî sal û nîveke din dibêje ew jî sextekarî bû! Êdî komîsyona hilbijartinan ku dikare diyar bike û biryar bide kengî hilbijartin bên kirin, ne ku aliyên siyasî. Ji ber biryara siyasî bo hilbijartina pêşdem êdî hatiye dan, êdî dimîne ser wêya ku kengî komîsyon bikare hilbijartinan organîze bike. Lewra ew jî beşeke ji wê kelevajîbûna ku dibêje divê helbet di hundirê 3 mehan de hilbijartin bên kirin.

Kesên ku van daxuyanî û xalan dinivîsin, haya wan ji rehendên yasayî û rewa jî nîne. Şerê Goran li ser destûra Herêma Kurdistanê ew e ku serokê Herêma Kurdistanê desthilatên zêde standine! Lê Goran bi xwe di dema nivîsîna 22 xalan de gotibû bila serokê Herêma Kurdistanê parlamento hilweşîne! Parlamentoyeke ku ji aliyê xelkê hatiye hilbijartin! Ne di destûra Herêma Kurdistanê de û ne yasaya niha ya serokayetiyê de desthilata serokê herêmê nîne parlamentoyê hilweşîne, tenê di hinek rewşan de dikare ku wê demê jî mersûmekê jê re derxîne. Loma bêtir ji vê re tê gotin çêkirina qirîzan, ne reform!
Pêncşema borî Barzanî, ber li jêr piyên hemû aliyan derxist. Talabanî jî piştî hevdîtina wî ligel Barzanî ragehand ku ew jî digel bangewaziya Barzanî de ne, lê bi awayekî eşkere nîgeranî bi gotinên Talabanî xuya bû ku hê jî li gor wî wisa bû, kêmjimarekê raya xwe li ser piraniyê ferz kiriye. Lê dilgiraniya Goran hê zêdetire, ji ber li gor hinek agahiyên ne piştrastkirî, niyeteke PDKê ya wisa heye ku bi lîsteke cuda tevî hilbijartinan bibe û piştî hilijartinan jî koalîsyonê ligel YNKê bike bo pêkanîna hikûmetê, wê demê dengên YNKê ji YNKê re dibin, û dengê ti Îslamiyekî jî naçe ji Goran re, ji ber ew jî bi niyet in ligel du partiyên sekûler ên çep hevbendiyê çêbikin.

Min bi xwe berî salekê di nivîseka xwe de pêşbînî kiribû ku hilbijartinên pêşdem li Kurdistanê dibin pêwîstiyek. Ji bilî ku nîşana rûyekî geş ê demokrasiyê ye li Kurdistanê, herwiha dibe xala fitlînokê ji PDKê re. Lewra di van hilbijartinan de eger PDKê bi tenê beşdar bibe, giraniya hêzan dixuye û derî li ber koalîsyonên piştî hilbijartinan tê vekirin, lê ne ku hevgirtinên berî hilbijartinan.

Back to top button