Civak

Partiyên kurdî pişgiriyê didin girtiyên Îranê

Herwekî bi rîya medyayê va agadar in, Komara İslamî ya İranê, dev jê dardakirina xebatkarên azadî û demokrasiyê bernedaye. Komara İslamî ya İranê guhê xwe nade bîrûrayê cîhanê û daxwaza dezge û sazîyên mafê mirov yên navnetewî û di warê dardakirina girtiyên siyasî da gelek çûye pêş. Pir mixabin piraniya idamkirî ji gelê Kurd ji Kurdistana Rojhılat in.

Kempîna Berevanî jî Gîrtîyên sîyasî ên Netewên Îranê, hewl dide, ku hukme idam a girtiyên siyasî bêne betal kirin û girtiyên siyasî azad bın. Kempîna Berevanî jî Gîrtîyên sîyasî ên Netewên Îranê mujilê berhev kirina îmzayên piştgirî li girtiyên siyasî û berhev kirina zanyarî ye li ser wan, daku pê bîrûrayê giştî agadar bike.

Em hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê, erkê xwe ya welatparêz û mirovî dizanin, ku piştgiriya Kempîna hanê bikin û daxwaz ji Yekitiya Mîlletan û dezge û saziyên mafê mirovê yên navnetewî dikin, ku piştgiriya xwe li Kempîna Beravanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê nişan bidin.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
Komelayê Şoreşgerê Zahmetkêşanê Kurdistana Îranê
Komelayê Zahmetkêşanê Kurdistan
Partiya Azadî Kurdistan
Sazumana Xebat a Kurdistana İranê
Partiya Sosyalist a Kurdistan (Bakur)
Partiya Demokrat a Kurdistan (Bakur)
PWD- Partiya Welatparêzên Demokrat
Partiya Yêkitiya Demokratî kurd li Suriya
Partiya Demokrata Kurd li Suriya (Elparti)
Partiya Demokrata Peşverûya kurdî li Suriya
Hizba Rizgariya Kurdistan (Başur)

Back to top button