Polîtîk
Erdogan:Dadwerî di vê mijarê de çi bibêje em dê li gorî wê tevbigerin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê îhtimala berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş de got, “Dadwerî di vê mijarê de çi bibêje em dê li gorî wê tevbigerin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, piştî Civîna Koma Partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê, pirsên rojnamegeran ên derbarê rojevê bersivandin.
Erdogan li ser pirsa derbarê berdana Demîrtaş piştî biryara dawî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wiha axivî:
“Ev welat welatê dadweriyê ye, dadwerî di vê mijarê de çi bibêje em dê li gorî wê tevbigerin.”
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.


