Cîhan

Erdogan: YNK piştevaniya terorê dike !

Serokkomarê Tirkiye Tayîp Erdogan dema serdan xwe ya  li Misrê vegeriyayî di balafirê de li gel rojnemevana axivî û bersiva pirsen wan da.

Wek tê zanîn eve demeke Konseya Ewlehiya Tirkiye di derbarê PPKê de hişyariyê dide hukumeta Iraqê. Di vê derbarê de ji Erdogan hat pirsin ku, dê helwesta Tirkiye li himber Silêmaniyê çewebe?  Erdoğan got ku; Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li peyhev serdana Iraqê û bakurê Iraqê(Herêma Kurdistanê) kirin.Armanc nermkirina geşedanên neyînî yên li vê herêmê û avêtina gavên erênî yên di navbera Tirkiye û van hukumetan de ye. Erdogan bal kişand ser girîngiya rêzgirtina ji yekparçeyiya axa Iraq û Sûriyeyê re û bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye bi biryar e ku rê nede rêxistineke terorîst bi taybetî li derveyî sînorên wê bê avakirin.

Li ser pirsa ku Tirkiye dê li hember berdewamiya piştgiriya Silêmanî û Bafel Talabanî ya ji rêxistina terorê re çawa tevbigere, Erdogan diyar kir ku wan gelek caran helwesta neyînî ya Silêmaniyê hişyar kiriye, lê tevî vê yekê jî rêveberiya YNKê piştgiriya xwe ya ji bo PKK/YPG/PYDê didomîne. Erdogan diyar kir ku di vê mijarê de hişyariyên pêwîst hatine kirin û diyar kir ku di mijara mayînde û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê de dê hemû gavên pêwîst bên avêtin û li hemberî vê yekê  wê tehamûl neyê nîşandan. Erdogan bal kişand ser îradeya Tirkiyeyê ya ji bo aştî û îstiqrara herêmê bi cîranên xwe ra tevbigerin û diyar kir ku di têkoşîna li dijî terorê de xebatên hevpar wê dewam bikin.

Back to top button