Welatperwerê Kurd Dr. Fevzî Avşar koça dawî kir

Welatperwerê Kurd, girtiyê “Doza 49an“ û Mamê hunermenda navdar Hulya Avşar Dr. Fevzî Avşar di 82 saliya xwe de koça dawî kir. Dr. Fevzî Avşar herweha xalê nivîskar û siyasetmedara Kurd Yuksel Avşar e.
Mamê stranbêja Erdexanî Hulya Avşar û welatperwerê Kurd ê Doza 49an Dr. Fevzî Avşar di 82 saliya xwe de koça dawî kir. Fevzî Avşar ku di heman demê de xalê siyasetmedara Kurd û Namzeta Parlamenteriya Serbixwe yê Erdexanê Yuksel Avşar e ku di hilbijartinên giştî yên sala 2011an de ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve hatibû destekkirin.
Fevzî Avşar kî ye?
Fevzî Avşar di sala 1932an de li navçeya Göle ya Erdexanê hatiye dinyê. Mamê Hunermend Hulya Avşar e. Dr. Fevzî Avşar dema xwendekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê bû, di “Doza 49an” a ku Mûsa Anter, Saîd Elçî û gelek siyasetmedarên Kurd di nav de bûn, hat darizandin.