Erdogan realiteya xwe winda kiriye

0
3

 

Ji bo welatekî, ku xirab tê birevabirin, dermanê yekem halê aboriye, ye duda jî, şere. Ev herdu ji serkeftinekê wede- li bi xura tînin, lê dawya van herda jî, malwêraniye.                                              

Hemenguey


Hebûna girtiyên siyasî, îzbata kuştina înstîtûyên demokiratiyêne.Vêca, li Tirkiyê 25 mîlîon girtiyên siyasî hene, çi li derva, çi li hebsanda. Gelo ev ji bo welatekî ne mirine? Ji xwe dîroka Tirkiyê hevîrê bi xûnê,  komkujiya, înkarkirinê û talanêye. Halê, ku Tirkiye naha têdane,  ji îro nayê, ew ji kirinên reş, yên berê da tên. Naha kirinên wê, ji firinên wêra gerek bên der. Jiyan bûmerange, dizîvire-dizîvire, para tê û teq, dide netqa merya. Bi dehan salan derew kirine guhê miletê xwe û serda jî  xwastiye gelê xwe bide bawarkirinê, ku ew tirkîtya xweva serbilindbin û filan û fistan…

Dem hatiye û milet dixwaze rastiyê pêbihese û ronekbîrên tirk wek birêz Beşîkçî, Zarakolu,
Dr. Pr. Buşra, Zulfi Livaneli û gelekên mayin, hazirin çevê milet ser qeletyên hukumeta Tirkiyê vekin û rê ber demokiratbûna welêt paqijkin. Evana divînin, ku Tirkiye ketiye xeterê û dixwazin welatê xwe ji vî halî rizgarkin. Hebûna rewşenbîrên wek, navên kîjana min jorê da, ji bo Tirkiyê dorandineke(undakirineke) mezine. Evana wê bibin qewateke bi hêz, ya xirakirina Tirkiyê û di haman demêda, agirekî geş, ji bo pêşerojeke ronahî, ya Tirkiyê.

Pewîste Tirkiye xwe biguhere, heqê kurdan, perwerda bi zimanê kurdî, bê kompromîs, bê dayin, girtiyên siyasî bên berdan, komkujya kurdan û ermenyan qebûlke û bimihîne.

Lê helwesta welatên rojava û Amerikayê çawaye himber hukumeta Tirkiyê, ya faşist? Ez di-vêjim demên Churchill û de Gaulle, wek kesayetên siyasî di siyasetêda, bêveger, derbazbûne .Naha,mixabin, em di dewrana Schroder u Erdogan dane, kîjana merî nikare siyasetmedar bi nav bike.

Evana haqasî ancax kumê xwe li serê xwe digirin. Churchill ketye dîrokê, ça siyasetmedarekî mezin. Dema şerê cîhanî, yê duda, ewî gotara xwe, ya ewlîn da, gelê xwera vekirî got:”Ez xencî xûnê, giriyê û xwêdanê, tiştekî din nikarim wêda bidim we.” Serokê Birîtanî siyaseteke
mêranî, aqil û hêja dimeşand, loma jî heq da xwe tiştinê ne populyar bêje.

  Derew, nîvderew, populizma erzan, nîşana siyaset û siyasetmedarên sist in. Telebextra, derew ji bo Erdogan bûye stîleke siyasî, ji derewan şerm nake, ew êdî ketye nava xwîna wî.

Kerema xwe, tenê nevêjin, wekî milet derewan navîne û nabihê. Ew him divîne, him dibihê û serda jî analîz dike. Erdogan karê xwe bi prînsîpa “girîng netîceye” dimeşîne. Yên peşya wî û yên pêşya-pêşya wî jî ha difikirîn, loma jî gihiştine vê rojê. Ya rast eve “ça kar diki”.

Gelek caran Erdogan êlan kir, ku wê pirsa kurd, hilke.Digot: „pirsa kurd, pirsa mine“. Merî vê gotarê him pozîtîv, him negatîv dikare têbigihê…Erdogan  hilkirina „pirsa kurd“ di tunekirina gelê kurdda divîne.“Camêrî“ xwebawere, ber ku zane „çend diran di devê kurdan da hene, ango diranê me jimartye. Lê 25 milyon di nav dilê dijminda bijîn û ha bêminet bê qirkirin û hesab pêra neyê kirin? Erdogan ji bo girtyên birçîbûnêda divêje „show“dikin. Lê qet pozê kurdan naşewite, bersîveke bi“ show“ nîşanî Erdogan bide, wekî ew bizanibe“Dew birê maste“?

Min rast tebigihên, ez ne li gel kuştin û teqîname, lê êdî cîh nemaye, „av li gewriyê, gewrî xeniqî“. Niha pirsek peşda tê, çira heta naha (30 sale) mêrekî wanî mezin, yan generalekî wan nehatye kuştin yan revandin, nikarin, yan naxwazin? Ez divêm Tirkiye gerek bê hejandin, wê çaxê hemû xastekên me, yên elementar û mirovane wê bên qedandin.

Îjar em bên ser ronekbîr—nivîskar, dîroknas, hunermend û zanayên kurd. Ka hûn kune? Gerek birêz Baydemir xwe bavîta birêz Yaşar  Kemal, ku wî dengê xwe bilindkira? Çira? Ka çira deng ji birêz Kemal Burkay dernayê? Yek hebe bipirse hûn ji çi ditirsin? Ji xwe, biborînin, hay-haya we çûye, way-waya we maye. De bidine navê, we nas dikin, bibin agirê şoreşa azadiya miletê xwe. Kêra lazime ew nivîskar, ku ber çevê wî merî tên kuştin, lê ew çevê xwe dive alîkî din, xwedêgiravî, ne divîne, ne jî dibihê? Divê em kurd, bi hiç awayî, nebin xulamê dijmin, wekî şîrê dayka me, me helalbe.

Werin em çalakvanan, girtiyên siyasî, parlamenteran bi tenê nehêlin. Jiyana wan gişta di xeterêdaye.Werin em bibin kulmeke himber rejîma faşîst, ya Tirkiyê. Berxwedana me bi heqe û gelê kurd wê bi serkeve.
Bimire bindestî, bijî serhildana gelê kurd. Belê, bijî serxwebûna gelê me.

Aslika Qadir

Rojhilatzan, hunermend

 [email protected] online.de

 

 

Nerîna min :