Polîtîk

Erdogan nameya Ocalan kontrol kir

Nama Ocalan ya ku roja Newrozê ji aliyê BDPê ve bê eşkere kirin.Di destê MITê de ye.

Dema heyeta BDPê hevdîtin li gel Ocalan kirîn ocalan gotibû: Pêvajoya ku heyî bi gavên erênî berdewam dike. Armanca me demokratkirina hemû Tirkiye ye. Hewldanên me ji bo vê ne. Ji bo xizmeta vê armancê ez amadebûna bangekî ji bo Newrozê dikim. Dê ev peyama min bibe dîrokî.

Li gora rojnemevanê Tarafê Kurtuluş Tayiz dide kifşkirin, name li ser daxwaziya Erdogan zû hate amade kirin. Ocalan name nivîsî û teslîmê berpirsêkî MITê kir. Ev name di civînekî de ji aliyê Erdogan, cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay, wezîrê Dadê Sadullah Ergin û serokê MITê Hakan Fidan ve hate nirxandin.

Nama Ocalan piştîji aliye Erdogan û heyeta wî ve, hatî kontrol kirin teslîmê berpirsek yê MITê hate kirin û ew name wê bidin BDPê. Daku BDP 21ê Adarê li Newroza Diyarbekirê vê nameyê eşkere bike.

 

Back to top button