Nivîsar

Nasname

Miletek bi xwe nasnama xwe kifş dike. Nasname ne tenê kaxizeke di berîka mirovan de ye , yanjî tenê navê mirov li ser nivîsandiye. Ji bo nasnama Miletekî hinek pîvan hene. Taybetî ji bo miletekî wek miletê Kurd bindest pîvanên vê nasnamê kifşin.

Dema mirovek yan jî kesayetek xwe bi kurd, tirk, ereb yan jî ecem bi nav bike ew nabê yek ji wan. Lê mirovek li ser axa xwe bijî, xwedî dîrok be, xwedî zimanbe û bi zimanê xwe xeber bide û xwedî al be. Ew xwedî nasnameye.
 
Bi awayek din Ax, Al, Ziman û Dîrok nasnama miletekiye. Bê goman  sosyolog di vê derbarê de dikarin berfirehtir wateya nasnamê ji bo miletekî bidin diyar kirin. Yan jî pîvanên nasnameya miletekî hêjî zêde û kêm bikin.

Lê ji bo neteweyê Kurd nasname û pîvanên nasnamê zelalin. Dema siyasetek , hêzek, kesayetek doza nasnama xwe ya netewî bike pêwiste doza Ala xwe, Axa xwe, Zimanê xwe bike û vê yekê jî mafek xwezayî û dîrokî bibîne.

Ev nirxê miletekîne. Eger mirov bi xwe li nirxên xwe xwedî dernekeve, divê vê hêviyê jî ji kesekî yan jî ji deverekî din nekê. Eger bike jî ne helwestek dirust e.

Kurdistan hatiye dagirkirin. Hemî pîvanên nasnama Miletê Kurd hatine binpêkirin. Herweha ji bo ev pîvan ji holê rabin û winda bibin her rê hatiye ceribandin. Komkujî hatine kirin. Miletê Kurd ji bo nasnama xwe ji dest nedê berxwe daye û ji bo destxistina nasnama xwe jî her demî kar û xebat kiriye û hêja dike.

Wek din partiyek kurdî di bernama xwe de çi dixwaze karê wan e. Lê mirov li nasnama xwe xwedî derkevê û wê daxwaziyê jî wek bingeh bigredest, pirs tê fam kirin.

Partiyek yan jî aliyek dikare otonomiyê bixwaze ne xerîbiyeke. Lê divê li nêrxên netewî û nasnama miletê xwe xwedî derkeve. Partiyek dikare federasyonê yan jî serxwebûnê bixwaze, her çi bê daxwaz kirin divê nirxên netewî,  nasnama netewî bingehbin.

Nasnameya Kurdan heyina wan e. Dema ew nasname tûnebê, mirov ne di kesayeta xwe de ne jî di zihniyeta xwe de azad nabe. Hemî cureyên azadiyê li xwedî derketina nasnameya netewî re derbas dibe.

Dema di çelakiyek kurdan de sembolên  netewî tunebin ew kemasiyeke û aliyê xwe yê netewî kême.

Dema Kurd newrozê pîroz dikin yan jî civînekî girsehî lidartêxin û doza mafên netewî dikin divê sembolên netewî bêne karanîn. Eger çelakiyekî de  Ala te tunebê, tu ne bi zimanê xwe gotara bêjî kemasiyek û çewtiyek mezin heye.

Bila siyaseta kurda, daxwaziyên wan, çelakiyên wan heta şîn û şahiya wan di bin Ala Kurdistanê de û bi zimanê Kurdî bêne kirin. Hingê rewş tê guhertin.

Wek din pîvana serkevtinan ne komkirina bi hezar insan de ye. Serkevtin di xwedî derkevtina nirxên netewî û nasnama netewî de ye.

Bi hestên neteweyî newroz li Kurd û Kurdistanê û li mirovatiyê pîroz be.

20.Adar.2013

Dara Bilek

Back to top button