Polîtîk

Erdogan: Di nav dewlet û PKK-ê de tu protokol tuneye

Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan hevdîtinek ya xwe de,li gel komek rojnemevan li ser hinek mijarên ku rojeva raya giştî de ne dîtinên xwe gotin.

Di derbarê hevdîtina di navbera MIT û PKK-ê de Erdogan got: Eşkerebûna van hevdîtinan ne surprîzek bû.Di vê derbarê de ez li gel hakan Fidan peyîvîm. Misteşarê MIT-ê kesayeteke ku baweriya min lî tê. Min ew  ne bi tenê rêkir wê derê. Hakan Fidan di hinek civînên navnetewî yên girîng de temsila min kiriye.

Di derbarê protokola li gel PKK-ê Erdogan got: Behsa protokolekî tê kirin. Hinek dibêjin ku wan ev protokol dîtiye. Behsa belgeyekî tê kirin ku ez , yan jî hukumet li ser muvafeqin û me îmze kiriye. Ez gelek vekirî bejim, di navbera dewlet û Îmralî-PKK-ê de tu protokol tuneye. Hemî ji A heta Z yê derewin. Tu protokol tuneye. Hevdîtinên hatîn kirin wek protkolekî didin nîşandan.

Li ser pirsekî Erdogan got ku, BDP temsîla Kurda nake. Di vê derbarê de Erdogan got: Hinek bi zanebûn aagahdariy hinek tiştan bi çewtî radigihînin. Didin xuyakirin ku BDP mafê kurda diparêze û temsila kurdan dike.Ez vekirî dibêjim, PKK temsila gelê kurd nake. Eger temsila gelê kurd bikira wê li herêmê,Rojhilat û Rojhilata Başûr ji me bêhtir deng girtibûna. Lê bi giştî me ji % 15 deng ji BDP-ê gelektir girtine. Dema em behsa Rojhilata Başûr dikin, ev herêm ne tenê Diyarbekir, Şirnex û Hakkariye. Li bajarên din binêre, çima hun nabînin? Me deng gelektir girtine.

Tayib Erdogan behsa çûyîn hatina girava Îmralî jî kir û di vê derbarê de got: Hêlîna wan Qendîl e. Eve demeke qendîl agahdariyên ji Îmralî bi rêya parêzerên Ocalan digihatin wan bê xeberin.Cihek bi navê Buroya Parêzerên sedsalê heye.Rojana ew parêzeran diguherin. Her dem parêzerên diçin Îmralî tên guhertin.Agahdariyên ji Îmralî digihatin wan niha qut bûne. Niha  girtiyên Îmralî dikarin mirovên xwe yên nezik re hevdîtina bikin. BDP niha dibêje ku em amadene arikariya aşitiyê bikin. Min jî gelek vekirî gotiye, em li dijê terorê ditekoşin û siyasetêre jî muzakera (gotubêjê )dikin.

Back to top button