Îroj

Suîkasta Barzaniyê nemir çawa rû da?

Mihemed Simaîl şahidê rûdawa suîkastê: Piştî teqînê Barzaniyê Nemir ji jûra xwe derket û hawar kir û bi Pêşmergeyan got: Kesek nekujin

Berî 40 salan rejîma Be’es (Suîkast) hewla teror kirina Barzaniyê Nemir Rêberê Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê kir. Eve li demek da bû ku li gor peyama 11 ê Adara 1970 rewşeke aştiyê pêkhatibû. Li roja 29/9/1971 li Hacî Omerana ser bi devera Balakayetî, plana Be’es li rêya çend kesek ku mela û zanayên ola Îslamiya Ereban bûn hate bicîhkirin. Li 40 saliya salvegera hewla terorkirina rêberê Kurdistanê de, me bi pêwîstî zanî li gel Pêşmergeyekî şahidê wê rewşê hevpeyvînek bikîn ku ew bi xwe jî li wê rûdawê da birîndar bibû. Ji bo vê mebestê jî em ketin li ser rêya devera Barzan. Ev herêm hemû bîranînên destanên Barzaniyê Nemir û Pêşmergeyan hilgirtiye. Heta ku gihîştim gundê Hesnekan ku xizmeta mam Mihemed Simaîl Hustanî bikim ku temenê wî 84 sale, ew yek ji wan kesên Pêşmergeyên Pasevanê Barzaniyê Nemir bûye. Ew jî bîranînên xwe ji bo me vegot. Her wiha derziyekî wekî bîranîna şoreşa Eylûlê jî li gel bû û hemû rojên dijwar dihate bîra wî. Bixêrhatina rojnameya Xebat kir û amadehiya xwe ji bo vê bîranîna tehl derbirî:

Pêşmergeyê dilsozê Kurdistanê Mam Mihemed Simaîl Hustanî li sala 1927 ji malbateke Kurdperwer li gundê Hustan ya ser bi devera Barzan li dayik bûye. Li temenê 5 salî de koçberî Tirkiye bûye. Yek ji wan kesane ku beşdarî li parastina Komara Kurdistan ya li Mehabadê kiriye. Piştî têkçûna Komarê, dema vegeriya Kurdistana Iraqê (li sala 1947) li nav girtîgeha Diyana li gel hemû şerwanên Barzaniyan nêzîkî 2 sal hatiye bendkirin. Paşê jî li nav Bendîxaneya Kerkûk jiyaneke gelek bi newxeşî derbaskiriye. Yek ji wan Pêşmergeyan bûye ku beşdariya şoreşa Mezina Eylûl kiriye. Piştî şikestina şoreşê jî koçberî Îranê dibe û paşê bi heman ruhiyetê ve beşdariya şoreşa Gulanê kiriye. Piştî raperînê jî vedigerê Kurdistana delal û piştî vê temenê jî hê jî xwe her bi Pêşmergeyê Barzaniyê Nemir û Kurdistanê dizanê. 

* Pêşmergeyê Qehreman Mam Mihemed Simaîl Hustanî di derbarê çawayiya plana 29/09/1971 ya hewla terorkirina Barzaniyê Nemir de wiha got:

– Li dema rûdawê da ez bi xwe yek ji wan pasevanên Barzaniyê Nemir bûm û li nêzîkî wê rûdawê bûm. Helbet em ne agahdarî vê planê bûn ku rejîma Be’esa Iraqê planeke bi vî awayî ya terorkirina rêberê Kurd Barzaniyê Nemir amade bike. Her wiha bi destê vê koma Mamostayên olî ku ji 11 kesan pêkhatibûn. Ew ji bo hevdîtineke taybet li gel Barzaniyê Nemir bikin hatibûn baregehê. Ji ber ku Barzaniyê Nemir gelek rêz û hûrmeta mamostayên olî digirt. Vê gruba melayan jî vê yekê wekî derfetek bikaranîn û xwestin bi vê planê Barzaniyê Nemir ji holê rakin.

* Di derbarê rêzgirtina Barzaniyê Nemir ya li Mamostayên olî yên li her mezhebeke cûda be got: 

Ji ber ku li dema hatinê de her mamostayeke olî ji her cûre mezheb û ol û neteweyek bûna, li dema hatina wan ya baregeha Barzaniyê Nemir û şoreşê, nediviya bêne pişkinîn û kontrol kirin. Ji ber ku Barzaniyê Nemir rêz li wan digirt û bi vî awayî jî dijmin karî planeke wiha dabirêjê. Diyare dijminan dizanî her mamostayeke olî biçê nav baregeha Barzaniyê Nemir keseke mafê wî nebû wan mamosteyan kontrol bike. Dijmin jî vê yekê wekî derfetek zanî ji bo terorkirina rêberê Kurd Barzaniyê Nemir. 

Wê demê şehîdê herdem bi bîr Îdrîs Barzanî li wir nebû. Ew çûbû serdana Pêşmergeyên li Zozik, Geriyebêş û Hesen Beg. Paşê Saleh Mehmud çû cem cenabê Serok Mesûd Barzanî û pê ragihand ku mîhvanên taybet ji bo cenabê Barzaniyê Nemir hatine. Her çende Serok Mesûd Barzanî bi Saleh Mehmud gotibû biçê cem bavê wî û jêre bibêje mîhvan hatine û li dîwanxaneyê bûn, Dr Mehmud Osman û Mecîd Katîb jî li gel wan da bûn. Paşê Barzaniyê Nemir ku zanî Mamostayên olî hatine bi Saleh Mehmud ragihand ku bila mêj bikim paşê dihêm. Dema Barzaniyê Nemir hat û diyar bû ku hinek ji mamostayên olî hatine ku dixwazin Barzaniyê Nemir bi tenê bibînin û biçin jûra biçûk ku seyareya mînrêjkirî li tenîşta wî ragirtibûn, Barzaniyê Nemir bi mamostayên olî re got: hun hemû pêkve nehatine? Wan jî gotin belê, paşê Barzaniyê Nemir kerem kir: Bila her li vir li wê dîwanxaneyê hevdîtina xwe pêkbînin. Ew jî neçar man û qebûl kirin. Piştî demekî, Mecîd Katib hate derve û bi Mela Îbrahîm Hesnekî ku Berpirsê Pasevanên Barzaniyê Nemir bû jê re got: Hinek çay ji bo mîhvanan bînin, Şerîf Saleh Zîweyî çaycî çû û çay ji bo mîhvanan bir jûr ve, li wê dema ku çay ji bo mîhvanan danî, li wê demê dengê teqîneke bihêz hat û bû tep û toz. Ew melayê beramber Barzaniyê Nemir rûniştibû xwe teqand û çaycî şehîd bû û ew bû sebeb ku Barzaniyê Nemir ji vê planê bi selametî derbikevê.

* Paşê ku Mam Mihemed Simaîl Hustanî dema Barzaniyê Nemir dibîne ku ew selamete û ji wê planê bi mu’cîze rizgar dibê. Piştî demeke din teqîneke din rû dide, li vî derbarî de wiha dibêje:

– Birastî mu’cîzeyekî mezin bû ku Barzaniyê Nemir ji wê planê rizgar bû, ewên tenîştê li aliyê rast û çepê Barzaniyê Nemir bûn ku 8 kes bûn hatin kuştin û ewên din hatin derve. Barzaniyê Nemir jûra xwe bi cîh hişt û hawar dikir û ji me Pêşmergeyan re digot: Kesek nekujin, Barzaniyê Nemir weku mu’cîze hate derve û perçe goştekî bi çavê wî ve hebû. Mela Birahîm goşt jê vekir û cigara wî jî li destê wî da bû û cigare temirîbû û çeqmaqê pêkir û dîsa cigara xwe pêkir. Li derve jî her du şofêrê melayan ku zanîn Barzaniyê Nemir selamete dest bi narîncok avêtinê kirin heta ku hatin kuştin. 

* Di derbarê birîndarbûna xwe û ew Pêşmergeyên din de Mam Mihemed Simaîl wiha got:

– Li encama vê planê da em 14 kes birîndar bûyîn û her wiha Şerîf Saleh Zîweyî çaycî şehîd dibê û her wiha Selîm Zubêr Barzanî (Berpirsê nexweşan bû), ku hevalê Barzaniyê Nemir bû beşdarî li şoreşa duyema Barzan û bergiriyê li Komara Kurdistan ya li Mehabadê kiribû û rêwiyê dîrokiya Sovyet û şoreşa eylûl bû li wir şehîd bû. Hinek ji me şandin nexweşxaneya Nav Pirdan. Her wiha Mela Birahîm û Zekî Akreyî û xwedê jêrazî Derwêş Mîro û Adem Felah ku gelek bi giranî birîndar bûbûn wan şandin Îranê li bajarê Xane. Piştî wê yekê ku nûçeya vê planê belav bû, li Kurdistanê, Cemawerê Kurdistanê û alîgirên şoreşê serdana Hacî Umeran kirin. Ew bi tu awayî razî nedibûn dixwestin bi çavê xwe rêberê Kurd Barzaniyê Nemir bibînin. Paşê peyamek ji bo hemû leq û baregehên Pêşmergeyan şandin ku tu çalakiyeke bi serê xwe nekin. Ji ber ku Barzaniyê Nemir ji vê planê bi piştgiriya xwedê bi selametî rizgar bûbû. 

* Ewê ku bala min kişand ew derziya wekî bîranînek li cem bû. Min jê pirsî ku eve ji bo çi li cem te ewqas girînge, Mam Mihemed Simaîl got:

– Birastî ev derzî bîranîna xebat û şoreş û berxwedanê ye, ji bo wê yekê ev derzî li cem min gelek girînge. Ji ber ku li serdema şoreşa eylûl bi vê derziyê min pêlava Barzaniyê Nemir û Pêşmergeyan didirût. Her wiha ev derzî îbreteke, ku tu demek mirov nabê van destkeftan ji bîr bike ji ber ku îroya Kurdistanê berhema xebata gelê Kurd û Pêşmergeyan û xwîna şehîdane ku ji bo me bi dest aniye. Ji bo wê yekê hemû demê ev derzî li nav berîka min daye û 50 sal dibê ku min vê derziyê parastiye û ez wekî Pêşmergeyek sebra min pê hatiye. Dema vê derziyê dibînim Barzaniyê Nemir û ew Pêşmergeyên hevalên min têne bîra min, hemû hêviya me Kurdistana azad û jiyanek li bin alaya Kurdistan bû. Spas ji bo xweda li jêr hîkmeta Serokê Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî aştî berqerare û xwedî Parlemen û Hikûmet û Kurdistana azadîn. 

* Li dawiyê de Mam Mihemed Simaîl Hustanî got: 

Îro ku salvegera wê plana 29/09/1971 li Hacî Umeran bi bîr tînin, ku dijminê dagîrker dixwest piştî vê planê şoreşa Barzaniyê Nemir û şoreşê têk bibe û wiha plan kiribûn ku piştî terorkirina rêberê Kurd Barzaniyê Nemir, li hemû navçe û cîhek bi firoke û topan êrîş bikin ser baregeha hemû navçeyên ku li jêr desthilata şoreşê bûn û bi vî awayî dawî bi şoreşê bînin. Eve jî ji bo wan nebû xewn jî. Li vê salvegerê de silav ji bo hemû şehîdên Kurdistan û serwerê wan Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem bi bîr. Spas ji bo we yên delal û rojnameya Xebat ku hun ji wê rêya dûr hatin û serdana me kir û we dilê me xweş kir.

Têbinî: Ev babet li rojnameya Xebat hejmara (3885) li roja (29/09/2011) hatiye belavkirin.

Xebat: Devera Barzan – Sefer Yusif Mîrxan Jajukî

Wergera ji Soranî: Mîrhac Mistefa

Back to top button