Bi navçitiya Herêma Kurdistanê, Îran û PJAK li hev hatin

Îran: Em hêzeke naskirî li ser sînoran dixwazin
Konsolê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, Seyid Ezîm Husênî, bo Rûdawê got ku ew ligel Bexda û Herêma Kurdistanê gihane “çareserkirineke cihê razîbûnê” bo nehiştina aloziyên ser sînor. Husênî dibêje ku di navbera wan, Îraq û Herêma Kurdistanê de lihevtêgihiştin pêkhatiye “derbarê ku her aliyek erkên xwe cîbicî bike û asayişa sînorên xwe biparêze.”
Husênî derbarê erkên Herêma Kurdistanê yên piştî wê lihevhatinê got “Erkê ku dikeve ser Herêma Kurdistanê pêgîriyeke navnetewî û yasayî ye, pêwîste hêzeke çekdar a fermî ya girêdayî Herêma Kurdistanê li ser sînoran bi cih bibe. Mesela çawaniya cîbicîkirina vê dikeve ser milê wan bi xwe, ka ew ê hêzên Pêşmerge bicihbikin, yan wê ligel Bexda li hev bên ku hêzên Zêrevanên Sînor bên bicihkirin, ev mijareke wan a hundirîne.” Husênî herwiha got “tiştê ji bo me girîng ewe ku li himberî me li ser sînor aliyekî fermî hebe, nasnameya wan diyar be û em bizanin ew kî ne.”
Konsolê Giştî yê Îranê herwiha red kir ku wan gotûbêj ligel PJAKê kiribin û PJAK aliyekî vê lihevhatinê be û got “lihevhatina me ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.” Lê PJAK axaftineke din dike.
“Rawestandina şer bi navbeynkariya Hikûmeta Kurdistanê bû”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehran, Nazim Debax, jî bi heman şêweyî red dike ku rûniştinên rasterast navbera Îranê û nûnerên PJAKê bi amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibin: “Heta niha di navbera PJAK û Îranê de bi amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti civîn çênebûne, lê rawestandina şer û pevçûnan navbera PJAK û Îranê bi navbeynkariya Herêma Kurdistanê pêk hat. Ev hemû jî piştî wê yekê hat ku Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke Herêma Kurdistanê çû Îranê, da pirsgirêka navbera PJAK û Îranê û bandora wan li ser Herêma Kurdistanê bi rêyên aşîtî çareser bibin.”
Berpirsekî haydar ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku ev lihevhatina navbera PJAK û Îranê de bi navbeynkariya Herêma Kurdistanê pêk hatiye û herdu alî jî li ser wê yekê qayil bûne ku hêza Pêşmergeyan biçin ser sînoran.
Ew berpirsê mezin ku haydarê hûrkariyên wan gotûbêjan bû bo Rûdaw got “Lihevhatineke destpêkî çêbûye ku ji vir û şûn de hêzên PJAKê çalakiyên xwe yên dijî Komara Îslamî rawestînin û êdî gerîllayên wan neçin aliyê din ên sînorê Îranê. Îranê jî li himber de topbarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê rawestandiye û ev nêzîkî 10 rojane herdu aliyan êrîş dijî hevdu encam nedane.” Wî berpirsyarê ku nexwest navê wî eşkere bibe got “li gor wê lihevhatinê hêza Pêşmergeyan her dema ku ferman bo wan derket wê biçin.
“Ev lihevhatina baş encama serdana Nêçîrvan Barzanî bû”
Wî berpirsekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got jî, Îranê dixwest êrîşên fireh ên leşkerî pêk bîne, lê serdana Nêçîrvan Barzanî bi nûnertiya Serokê Herêma Kurdistanê bû sedema ku Îran êrîşan neke û pişt re topbaranê jî rawestîne.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) got agirbest û paşdekişîna ji Girê Casûsan û eniya şer li gor lihevhatin û lihevtêgihiştina ligel Herêma Kurdistanê pêk hat. Herwiha amaje didin wê yekê jî ku di wê çarçovê de rûniştinên wan ên rasterast ligel rayedarên Îranê jî hebûn.
Berpirsê Têkiliyên PJAKê, Dr. Seyidxan, di vê derbarê de bo Rûdawê got “me bi navbeynkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê agirbesta himber Îranê îlan kir û em hêvîdar in ku Îran jî wê agirbestê li ber çavan bigire û pirsgirêka kurd li Îranê çareser bike, ji ber ku hem Îran û hem Kurd jî wê sûdê jê bibînin.”
Dr. Seyidxan herwiha got “bêguman ev lihevhatin ji encama serdana Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan Nêçîrvan Barzanî bo Tehranê bû, em jî dibînin ku lihevhatin baş e.” Wî berpirsê PJAKê got ku ew Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke destkeftiyekî mezin bo Kurdên hemû perçeyên din ên Kurdistanê dibînin, herwiha ew Parlemana Kurdistanê jî weke saziyeke ku nûnertiya her çar perçeyên Kurdistanê dike dibînin.”
PJAK: Hevdîtiyên me yên rasterast ligel Îranê hebûn
Berpirsê Têkiliyên PJAKê derbarê wê yekê ka gelo civînên wan ên rasterast ligel rayedarên Îranê hebûn, got “em ê di rojên dahatî de daxuyaniyeke fireh bo raya giştî eşkere bikin, derbarê hevdîtin û hemû ew hewlên hatine dayîn bo aramkirnina vê rewşê.” Wî herwiha got “belê hevdîtinên me yên rasterast hebûn.”
Tevî ku rayedarên Herêma Kurdistanê dibêjin ku li gor wê lihevhatinê hêzên PJAKê wê hemû karên xwe yên leşkerî di nava xaka Îranê de rawestînin, lê Dr. Seyidxan ew yek red kir û got “ev hizirkirineke şaş e, em hêzeke Rojhilata Kurdistanê ne û gerîllayên me li çiyayên Şaho, Mako û Dalaho ne. Em dema li navçeyên sînorî bêdeng dibin, tenê ji ber wê yekê da em hêncetan nedin Îranê ku gundên ser sînor topbaran bike.”
Dr. Seyidxan got ku heta niha meseleya bicihkirina hêzên Pêşmergeyan li wan cihên ku berê ew lê bûn, ligel wan nehatiye behskirin û got “me xwe ji wan navçeyan kişand û me dan destê PKK`ê, ew dikarin ligel wan biaxivin.”
Hêzên PKKê li cihên PJAKê bi cih bûn?
Endamê Lîjneya Têkiliyên Derve yên PKKê, Roj Welat jî got ku piştî paşdekişîna hêzên PJAKê ji Casûsan hêzên PKKê li wir bi cih bûne. Roj Welat ew yek jî bo Rûdaw got ku “çûna hêzên PKKê bo Casûsan bi lihevhatina navbera Îran, PJAK û PKKê bû, herwiha Herêma Kurdistanê jî bi vê lihevhatinê haydar e.” Wî herwiha got “Casûsan xaka sînorê navdewletî yê Îranê ye û niha hêzên PKKê di nava xaka Îranê de ne li Casûsan.”
Lê Berpirsê Têkiliyên Derve yên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Ehmed Denîz wê yekê red dike ku hêzên PKKê piştî paşdekişîna hêzên PJAKê ji Casûsan, cihê wan girtibe. Ew derbarê çawaniya çûna hêzên PKKê bo navçeya Casûsan dibêje “em ê paşê helwesta xwe ya derbarê mesela Casûsan eşkere bikin.”
Ehmed Denîz herwiha got “hêzên PJAKê piştî ku li hev hatin, ji Casûsan paşde hatin kişandin, Casûsan ket bin destê leşkerê Îranê.” Deniz herwiha got “kontrolkirina Casûsan ji aliyê Îranê bi lihevhatina di navbera PJAK û Îranê pêk hat.”
Hîvîdar Ehmed /Rudaw