Polîtîk

Erdogan di axaftinekî de bala başbug kişand

Enqere – Îro serekwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan di civîna guruba partiya xwe ya di Parlementoyê de axaftinek kir. Erdogan  di axaftina xwe de li ser pirsên di rojeva Tirkiyê de heyîn dîtinên xwe gotin.

Erdogan di beşek axaftina xwe de bersiva îdiayên serokê  CHP-ê Deniz Baykal da û got: “ Baykal bi zanîna xwe, me bi avakirina dîktatoriya yek partiyekî û yek kesekî îtham dike. Li vî welatî zihniyeta Baykal diparêze bi salan  dîktatorîya yek partiyekî kiriye, Demekî serokên partiya CHP-ê, yen bacaran walîtî jî dikiran. Milet vê yekê baş Dizane.  Em bi awayek demokratîk bi dengên milet hatine ser Hukum.”

Li ser rewşa siyasî û guhertinên hukumet dixwaze bike, Erdogan got: “ Ni ha pirs eve, gelo wê Tirkiye bê guhertin yan jî heta niha çewe bûye bila welê bimîne? Gelo bila Tirkiye statuquya heyî biparêze û wek civatek girtî bimîne yan bila  xwe li gora cîhana medenî biguhere û bibe welatek hemdem? Gelo demokrasiya kulek ya heyî têra milat dike, yan demokarsiyek hevdem pêwîste? Niha helwesta me gelek vekiriye. Em dixwazin statuqu bête guhertin. Em dixwazin demokrasiyek rasteqênî bête avakirin. Em dixwazin azadîya mirova hebe, eve 7 salin em hinek gavên ber pêş ve tavêjin, emê vê berdewam bikin. Em dixwazin Tirkiye vî kirasê tenq biqetîne û bibe xwedî vîzyonekî. Eger îro planen qirêj eşkere dibin, çete derdikevin holê û tên mehkemekirin ev encama siyaseta meye. “

Herweha Erdogan behsa kuştinên bê serûşûn (faîlî mechul) jî kir û got ji bo eşkerebûna van kuştina em karekî baş dikin. Beşek axaftina xwe de Erdogan li ser helwesta serfermandarê hêzên çekdar Başbug jî hınek tişt gotin. Di vê derbarê de Erdogan got:  “ Bila ji berî her tiştekî qanûna baş bixwînin. Bila qanûna tehlîl bikin da ku bizanibin di çerçova demokrasiyê de pêwîste çi bê kirin fam bikin. Em tu cara bi tundî gotina nabêjin û zerere nadin xwe û poşman nabin. Emê ser bilind bisekinin. Bila herkes hukukê baş fam bike di nav dewletek li ser bingehê hukukê kar dike çi bê kirin emê wê bikin. Dê herkes bibîne wê çi bêkirin, ihtiyaca Tirkiye li vê yekê heye. “

RK

Back to top button