Cîhan

Di derbarê hevdîtina Serok Barzanî û Serok Obama de daxûyaniya Koşka Spî

Koşka Spî
Sekreterê Ragihandina Nivîsingehê
Daxûyaniya Ragihandinê

Civîna Serokatî û Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraq

Doh 25/01/2010 Serok Obama li gel Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hevdîtinek pêkanî ku Cîgirê Serok jî li vê hevdîtinê de beşdarbû.

Li guftugoya li gel Serok Barzanî de, Serok Obama piştevanî û girêdayîbûna Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka li Herêma Kurdistanê warên asayîş û geşbûnê de li çarçêweya Iraqeke yekgirtî Federal da tekîd kir. Her wiha rêza xwe ji bo beşdarî kirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pêşxistina Iraqê de derbirî.

Serok Obama çawa ku piştgiriya xwe ji bo hemû serkirdeyên Iraqê dike heman awayî piştgiriya xwe ji bo Serok Barzanî jî nîşan da ku karê binyatner bikin li beramber wan ku pirsên Iraqê dabeş dikin. Ji bo ku piştgîrî li asayîşiya bi dest hatî bike û karê Iraqê li ruyê siyasî, aborî û herêmî ve bike.

Serok rola Ofîsê Çalakên Emerîkayê bilind nirxand ji bo yarmetîdana Iraqiyan li dirustkirina îcmaeke siyasî ji bo çareser kirina pirsê nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê da li ser bingeha destûra Iraqî û kar kirina li gel Neteweyên Yekgirtiyan da ku berev pêş biçin.

Bi navê gelê Emerîka ve Serok pirse û serxweşiyê li gelên Iraqê kir ji bo wan teqînên roja 25ê kanûna duyem ku li Bexda rû da û dûpatî li girêdayîbûna dem dirêjiya Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka ji bo yarmetîdana Iraq û gelên Iraqê kir.

Her wiha biryare roja çarşemê Serokê Herêma Kurdistanê li peymangeha Broklen li ber hejmarek li kesayetiyên akademî, pîspor û şarezayên siyaseta cîhanê babetek pêşkêş bike û heman roj jî ji aliyê birêz Robert Gates Wezîrê Bergiriyê Emerîka ve bê pêşwazî kirin û êvarî jî li peymangeha Navdewletî ya Lêkolîn û Lêkolînên Stratejîk babetekê din pêşkêş dike.

Her wiha roja çarşemê Serok Barzanî civîneke taybetî li gel birêz Joe Baiden Cîgirê Serokê Emerîka saz dike.

Li dawiya serdanê jî Serokê Herêma Kurdistanê li gel serkirdeyê serbaziyên malnişînên Emerîka hevdîtinek berfireh saz dike û di der barê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê pêşkêş dike.

Li heman demî da li hevdîtinê girîngên dinê Serok Barzanî, li gel cemawerê Mesîhî yên nîştecihê Emerîka dibe, ku Serok Barzanî têda projeya birayetî û pêkve jiyana pêkhatên li Herêma Kurdistanê dixe rû. Her wiha tê çaverêkirin ku rêzdar bi awayeke eşkere sebaret bi hejmarek dosye ku li bîr û boçûnên cemawerê mesîhî yên Emerîka da heye, bi awayeke rûn û eşkere behs bike.

Back to top button