Serok Barzanî û serok Obama li Waşîngtonê civiyan
Roja duşemiyê saet 4:45 li gor dema Waşîngtonê û 12:45 li gor dema Hewlêrê, Mesûd barzanî serokê herêma Kurdistan li Qesra Spî li Waşîngtonê bi Barak Obama serokê Dewletên Yakgirtiyên Amerîkayê re civiya.
Di civînê de srok Barzanî behsa giringiya hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku biryare di 7
meha adarê de çê bibin kir û tekîd li ser helwesata herêma Kurdistanê kir ku herêma Kurdistanê bi Îraqeke demokratîk, federalî û pilural re pabende.
Herwesa serok Barzanî tekîd li ser pabendbûna Amerîkayê bi stratejîke domdirêj li hember Îraqê û herêma Kurdistanê kir.
Li dor pirsên hilawîstî kub ê çaresrî mane, serok Barzanî got ku destûra Îraqê hakima arîşeyên navxweyî ye. Her wesa serok Barzanî ji serok Obama ra got ku wê demê dê îstîqrar li Îraqê çê be, dema ku hemû îraqî girêdayî hemû bend û madeyê destûra Îraqê bin û wê dstûrê cîbicî bikin.
Serokê herêma Kurdistanê qurbanî û pabendbûna dewletên yekgirtiyên Amerîkayê bo alîkarîkirina hikûmeta federe û hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsên hilawîstî bilind nirxan û got ku di vê çarçoveyê de, serokatiya herêma Kurdistanê rola xwe di warê bicihkirina îstîqrarê û emniyetê û avakirina îraqeke destûrî a pêşketî de bilîze.
Şandeya di gel serokê herêma Kurdistanê ji Nêçîrvan Barzanî seroksezîrê berê yê herêma Kurdistanê, Mesrur Barzanî serokê ajansa Parastina asayîşa herêma Kurdistanê, Fuad Husên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî wezîrê çavkaniyên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Hêriş Muherem serokê desteya veberhênanê û Qubad Talebanî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Amerîkayê pêktê