Konsolxaneya Fransî Ferhenga Mîr Celadet Bedirxan nasand
Li roja 24.01.2010 hola çandî ya Navenda Çandî ya Fransî ya Konsolxaneya Fransa li Hewlêr ferhenga Mîr Celadet Ali Bedirxan a bi Kurdî – Kurdî û berî 60 salan hatiyî amade kirin hate nasandin.
Li semînera nasandina ferhenga Kurdî-Kurdî a Mîr Celadet Ali Bedirxan de Dr Fredrik Tissot Konsolê Giştî Fransî yê li Hewlêr, Amelie Banzet Birêvebira Navenda Rewşenbîrî ya Fransî, Sînemxan Celadet Ali Bedirxan, Dr Kemal Mezher, Abdullah Keskîn Birêvebirê Weşanxaneya Avesta û Ferhad Ewnî Serokê Sendika Rojnamevanên Kurdistanê û çendîn rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistanê amade bûn.
Di destpêka semînera nasandina ferhengê de Amelie Banzet Birêvebira Navenda Rewşenbîrî ya Fransî bi xêrhatina mîhvanan kir û got: Ji bo me nasandina vê Ferhengê şerefeke mezine û em gelek dilxweşin ku îro Sînemxan Celadet Ali Bedirxan jî li vir, li gel me di nasandina vê ferhengê de amadeye.
Paşê Dr Fredrick Tissot Konsolê Giştî yê Fransî li Hewlêr axaftinek kir û destpêka axaftina xwe de xêr hatina mîhvanan kir û got: Em wekî Konsolxaneya Fransî armanca me ya bi nasandina Ferhenga Mîr Celadet Ali Bedirxan ewe ku em balê bikşînin li ser pêwendiya kevin a Kurd û Fransî û her wiha pêwendiya van her du gelan xurttir bikin. Her wiha Dr Tissot dirêjiya axaftina xwe de balkişand li ser berhemên Bedirxaniyan yên Fransî û Kurdî û rola Bedirxaniyan di pêwendiya Kurd û Fransî de bi bilind nirxand.

Her wiha piştî axaftina Bedirxan, Dr Kemal Ehmed, Abdullah Keskîn û Hemîd Bedirxan jî axaftinek kir û piştî axaftina wan rêwresma nasandina Ferhenga Mîr Celadet Ali Bedirxan bi dawî hat.


