Daxûyaniyên Dîndar Zêbarî şaşin
Hewlêr – Piştî ku Dindar Zêbarî çend daxuyanî di mediya herêma Kurdistanê belavkirin û di wan daxuyaniyên xwe de daye zanîn ku ofîsa koordînatorê hikûmeta herêma Kurdistabê bo karûbarên Neteweyên yekgirtî NY hatiye girtin, Nurî Osman serokê dîwana civata wezîran, bi armanca zelalkirina rastiya meseleyê, duhî bi karmendên ofîsa koordînatorê hikûmeta herêma Kurdistanê bo karûbarên NYê re civiya.
Di civînê de serokê dîwana civata wezîran jui karmendên ofîsa navborî re bi hûrgilî behsa meseleyê kir û got kul i ser dema kabîneya pêncê a hikûmeta herêma Kurdistanê biryara hat bû dan ku ofîsa koordînatorê hikûmetê bo karêbarên NYê ser bi fermabgeha têkeliyên derve be û Nêçîrvan Barzanî serokê kabîneya pêncê a hikûmeta herêma Kurdistanê di roja 25.01.2009ê de ew biryar îmza kir bû.
Osman got ku Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê berî bi Dîndar Zêbarî re bicive û li ser birayara hikûmetê wê agader bike, bi BerhemSalih serokê hikûmetê û Nêçîrvan Barzanî serokê berê yê hikûmetê re axivî bû û paşî bi Zêbarî re civiya û biryara hikûmetê da destî wî ”Lê mixabin Zêbarî weke redfeil çend daxuyaniyên şaş dan çapemeniyê û wisa ji mediyayê re dabû zuyakirin ku biryara ofîsa koordînatorê hikûmetê bo karûbarên NYê hatiye daxistin. Û hindek kanalên mediyayê jî ev mesele istixlal kir û mesele gelek mezin kir.”
Osman got ku vê meselê tu peywendî bi Partîyê ve nîne û Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî berdwam piştevaniya Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmetê dikin.
Serokê dîwana civata wezîran di dawiya axaftina xwe de ji kadiroyên ofêsa koorînatorê hikûmetê bo karûbarên NYê got ku her çiqas heta noke bi fermî Dîndar Zêbarî ji karê wî nehatiye dûrxistin û wî jî îstifa ji karê xwe nekiriye, pêwîste hemû kadiroyên Ofîsê di bin çetra fermahgeha têkeliyên derve ve kar û xebatên xwe berdewam bikin.