Polîtîk

Serok Barzanî û Hilary Clinton civiyan

Di çarçoveyê serdananxwe ya fermî a bo Dewletên yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) de, û piştî civîna bi serok Barak Obama û cîgirê wî Josef Biden re, duhî êvariya roja sêşemiyê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li baregayê wezareta derve ya DYA ê bi Hilary Klinten Hilary Clinton wezîra derve ya Amerîkayê re civiya.

Piştî civînê serok Barzanî û Hilary Clinton preskonferenseke hevbeş saz kir.
Di preskonferensê de Clinton bixêrhatina serok Barzanî kir û kêfxweşiya xwe bo dîdara serok Barzanî nîşan de got ku wan gelek pirsên girin yên girêdayî hikûmeta herêma Kurdistanê û gelê kurd di çarçoveya Îraqeke yekgirtî de minaqeşe kirin.

Ji aliyê xwe serok Barzanî sipasiya berpirsên îdareya Qesra Spî kir bo wê pêşwaziya germa lê hatiye kirin û tekîd li ser pabendbûna herêma Kurdistanê bi Îraqeke demokratîk û federe kir û herwesa hevahengî hevkariya berdewam a navbera herêma Kurdistanê û Dewletên Yekgirtiyên Amerkayê de kir.

Back to top button