CivakRojev

Erdogan bi tundî behsa TUSIAD kir

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di rewrisma belavkirina xelatên Zanyarî de axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe de gelek bi tundî behsa Komeleya karzasên Tirkiye (TUSIAD) kir û ew bi dijitiya hukumeta itham kirin.

Tê zanin ku rewşa darayî ya Tirkiye roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe, bihayê Lîrê Tirkî li himber pereyên biyanî gelek kêm bûye û ev kêmbûn roj bi roj berdwam dike, bihabûnek mezin peyda bûye.

TUSIAD di derbarê vê rewşa xirab de dîtina xwe got û daxwaziya başkirina rewşê kir.

Erdogan gelek bi tundî pêşwaziya vê daxûyaniya TUSIAD kir û di axavtina xwe de got: Ji bo hun dijitiya hukumetê bikin rêyên cuda bi kar neynin , hun nikarin li dijê me bitekoşin.

Erdogan got: Em dizanin ku bihabûna pereyên biyanî li himber Lîreyê Tirkî bê îstikrariyek peyda kiriye,lê me çewe li dijê wesayetê, teröre û hêzên derve xebat kirî emê li dijê vê rewşa heyî jî xebata xwe bikin û serbikevin. Ez bangî we TUSIADê û zarokên we dikim; Erkek ya we heye, di pirsen darayi de bixebitin, biafirînin û xwe mestir bikin. Hun behsa erka xwe û karen xwe bikin, lê hun radibin hukumetê rexne dikin. Ez we baş nasdikim ku hun çine. Lê derde we başqeye.Hun kar dikin ku, çewe vê hukumetê têkbibin da ku hun hukumetekî bikeyfa xwe bînin û bi hesanî keyfa xwe bikin.

Back to top button