CivakRojev

Maraş hêj birîndar e, xwîn jê tê

Li ser Qetlîema Maraşê, ku bona kudutaya 12ê İlonê sala 1980ê rê xweş kir, 43 sal derbas bûn.

Di 19 Berçîleya sala 1978’an da, li Maraşê hêzên nijadperest û tundrewên olî êrîş kirin ser saziyên demokratîk yên vê demê, kesên demokrat û şoreşger û ronakbîr.

Di heyama hefteyek da mal û ciyê karê yên Aleviyên Kurd û demokrat û çep, li ber çavên hêzên asayişê ketin ber êrîşên nijadperestan, hatin talan kirinê, şewitandin û ruxandınê.

Di encama êrîşê da, ku hefteyek berdewam bû, bêtirî 500 kes, ku piraniya wan Kurdên Alevî bûn hatin kuştin û bi sedan kesên dinê jî birindar bûn, ku piraniya kuştî û birîndaran jin û zarok û pîrejin û pîremêr bûn. Lê heya niha jî hêjmara kuştî û brindaran bı zelalî ne hatiye zanin û ragihandınê.

Berpirsê serekî ya qetlîema hanê, ku ji aliyê “dewleta kur” da hatiye organîze kirin û li ber çavên “hêzên evlehiyê” hatiye ci be ci kirinê, cîhanbinî û sistema dewleta Tirk e, ku armanc ji vê cîhanbiniyê Tirk û Misluman kirina hemu kesan e, ku li Tirkiyê dijin.

Ji bona vê yêkê jî amadekar û encamderê Qetlîma Mareşê heya niha nehatiye eşkere kirin û dadigeh kirinê. Dosyayên Qetliêma Maraşê di labirentên Enqere winda bûye!

Ji ber van sedeman Marêş hêj birîndar e, xwîn jê tê.

Ji bona ku Qetliema Maraşê, amadekar û ci be ci karen vê qetliema ne hatine destnişan û dadigeh kirinê, paş Maraşê, qetlîamên Madimak, Taxa Qazî, Lîcê û Roboskî û hwd çêbûn, bi sedan kes hatine kuştin û birîndar bûn, ku kiryarên wan jî hêşta ne diyar in!

Em di salvegera 43an da Qetlîema Marêşê, carekî dinê mehkûm dikin û li ber hizura qurbanan qirnoş dibin.

20 Berçîle 2021

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button