Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo guftûgokirina rola Kurd di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de gihîşt Silêmaniyê û ligel serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicive.
Jêderekî ji Polîtburoya YNKê ji K24ê re ragihand, Şanda PDKê bi serokatiya Sekreterê Polîtburoyê Fazil Mîranî û endametiya Mehmûd Mihemed, Cafer Êminkî, Zeyîm Elî, Izzedîn Berwarî, Arif Teyfûr, Rêbwar Yelda, Elî Hisên û Xesraw Goran e pêk tê.
Wî jêderî diyar kir jî, şanda PDKê gihîşt devera Debeşanê û ji aliyê Serokê YNKê Bafil Talebanî ve pêşwazî lê hate kirin.
Da zanîn jî, her yek ji Xesro Gul Mihemed, Mîran Mihemed, Aso Mamend, Soran Cemal Tahir, Îmad Ehemd, Rizgar Elî û Stran Ebdulla wek şanda YNKê di civînê de amade dibin.
Li gor zanyariyan, biryar e di civînê de, guftûgo li ser rola Kurd di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê bêne kirin.