PolîtîkRojev

Daxûyaniyek ji Partiya Komunist a Kurdistanê

Ji çapemenî û raya giştî re!

NEHIŞTINA KKP’Ê LI MÎTÎNGÊ BÊQANÛNÎ Û KEYFÎ YE!

Tevlîbûna Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) a mîtînga “Em nikarin debara xwe bikin” ji aliyê polîsên Amedê ve hat astengkirin.

Em vê helwesta ku hiqûqa xwe jî nas nake, şermezar dikin.

Polîsan, ketina KKP’ê ya li qada mîtînga “Em nikarin debara xwe bikin” ku ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve di 18’ê Kanûna 2021’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin, astengkirin. Wek hincet hat gotin ku “KKP di dosyaya qeyda Partiyên Siyasî ya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de (YCB) tune.”

Di hevdîtina bi rayedarên KKP’ê re ji bo çareserkirina pirsgirêkê, berpisîyarên polîsan bi israr gotên, “Biryara YCB’ê ye, KKP tune, ÖSP heye” û hwd. helwesta xwe dubare kirin. Dema ku rayedarên KKP’ê gotin, “Wê demê sedema ku we nehişt KKP’ê  tevî qada mitîngê bibe bi nivîskî bidin me” gotin, “Na, em nikarin bidin”. Ji ber ku wan baş dizanibû ku nehiştina KKP’ê ya li qada mitîngê derqanûnî ye.

Wekî diyare ku Partiya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP) di Kongreya Giştî ya Mijdara 2018an de navê xwe guhert û kir KKP. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Çankayayê jî ku xebatên kongreyê dişopand, fermana (Mazabata) ku li ser navê KKP’ê hat dayîn jî ji Partiya me re ragihand. Û heta îro em di bin navê KKP’ê de xebatên xwe didomînin. Di van 3 salên dawî de KKP gelek caran beşdarî mîtîngên Amedê bû, daxuyanî da çapemeniyê û belavok belav kirin. Dem bi dem pirsgirêk derdiketin, lê îro cara ewil ketina qada mitîngê hat astengkirin. Ji ber vê yekê helwesta polîsan a niha keyfî ye. Weke KKP em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.

YCB’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn li dijî KKP’ê doz vekir û ev doz dewam dike. Çalakiyên me yên di bin navê KKP’ê de, dema ku doz berdewam dike qanûnîye û rewa ye. Astengkirina çalakiyên me neqanûnî û keyfî ye.

YCB hem doza girtinê li KKP’ê vedike û hem jî dibêje “KKP tune, ÖSP heye”! Dadkirina partiyeka ku tune ye, bi tevahî tiştekî pir ecêb e! Her wiha ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn der barê KKP’ê de biryareke demkî jî nedaye, ji alîyê YCB’ê ve asteng kirin a Kongreyên me yên Navçe, Parêzgeh û ya Giştî cardin neqnûnîye.

Eşkere ye ku ev skandala hiqûqî bi giranî ji ber peyva Kurdistan a li ser navê KKP’ê hatiye kirin. Em bang li gelê û partiyên xwe yên siyasî dikin ku li dijî helwesta bêqanûnî û keyfî piştgirîyê bi KKPê re pêk bînin!

19.12.2021

Partiya Komunîst a Kurdistan – KKP

Back to top button