Erdogan an Gulen?
Roja 17ê meha dawî ya sala 2013ê, li Stanbolê dijî gendelî û bertîlê operasyonek berfireh destpêkir. Gelek karsaxên naskirî û zarokên 3 wezîrên hukumetê Ak Partiyê bi fermana dozgerekî hatin binçav kirin.
Li himber vê operasyonê Hukumet hejiya. Di nava Ak Partiyê de hinek parlementer dijê Erdogan derketin û ji partiyê îstifa kirin, wek din çend parlementer ji bo ku dijê gotarên Erdogan derdiketin ji bo partiyê bêne avêtin amadevanî hate kirin ,lê wan parlementeran bi xwe îstifa kir.
Di bingehê xwe de ev operasyon ne li dijê gendeliyê bû. Opresyonek ya guruba Fethullah Gulen li dijê Erdogan û hukumetê bi xwe bû. Ji ber ku gendelî her demî karekîye ku li Tirkiye dibe.
Ji berî demekî hukumetê xwest kelhên guruba Gulên ji holê rake û bi rakirina dersxaneyan dest kar kir. Lê bersiva Gulen tund bû. Ev yek ji Erdogan qebûl nekirin. Herî dawî jî bi vê operasyona 17ê mehê şer di navbera Erdogan û Gulen de eşkere bû.
Tê zanîn ku guruba Gulen di nava dezgehên dewletê de cîh bûye. Endamên cemaetê di nava dezgehên zîz yên dewletê de veşartîne. Di nava dewletê de wek dewletekî din xwe rêxistin kirîne. Dema pêwist be jî hêza xwe nîşan didin.
Niha jî vekirî Gulen û hukumetê şûrê xwe li dijê he kişandine. Di vî şerî de , di serî de partiyên wek CHPê, MHP û dezgehên Kemalist hemûyan li gel cemaetê li dijê Erdogan helwest standine.
Yanî piraniay aliyên dijê Erdogan pişgiriya guruba Gulen dikin. Guruba Gulen di rastiya xwe de her demî xizmet ji dewletêre, ji cumhuriyetê re kiriye. Îdeolojiya wan bingehê xwe ji fikra nijadperestî ya “ Turk Îslam “ sentezî tê navkirin digirin. Ew bingehê fikra vê gurubêye.
Di şerê wan û Ak partiyê de kî li ser dikeve mirov nizane lê dixweyê Erdogan dixwaze hêza Gulen di nava dewletê de bişkîne. Eger parlementerên ji Ak Partiyê vediqetin bandorê li piraniya Ak Partiyê di parlementoyê deneke û negihe wê radeyê ku hukumetê aloz bibe, dê Erdogan hêja tund tir herê ser vê gurubê.
Wek dinjî eger di hilbijartinên herêmî de yên dawiya Adara 2014ê bêne kirin dengên Ak Partiyê gelek kêm nekin , wê destê hukumetê li himber Gulen hêztir bibe. Hinge mirov dikare bêje dê Gulen winda bike û Ak Partî û hukumeta Erdoga ser bikeve.
Di vê qunaxê de berdewamiya pêvajoya aşitiyê li Bakur gelekî girînge. Erdogan bi xwe da xuyakirin ku armanca vê operasyonê yek jî têkbirina pêvajoya aşitiyê ye.Heta got ku ev operasyon li dijê pêwendiyên wî û Barzanî ne. Ev xal ji bo Kurdan girîng e.
Ji aliyê din îro ev hukumet bi destê guruba Gulen bikeve çi berjewendiya Kurdan tê de heye? Eger Ak Parti ser bikeve û pişgiriya pêvajoya aşitiyê bike û pêvajo pêşvetir herê û guhertinên behtir bê kirin ji bo Kurdan başe.
Gelek caran me gotiye Ak Partî pirsa Kurd çareser nake, lê guhertinên têne kirin û serketina pêvajoya aşitiyê dikare zemînek erênî pêkbîne û veca Kurd bikaribin bi metodên demokratik û rêyên diyaloge doza mafên xwe yên rewa û netewî bikin.
Di vî şerî de Kurd ne aliyê kesekîne. Divê Kurd aliyê berjewendiyên xwe bin. Pîvan berjewendiyên netewî bin.
Ji aliyek din çi weseyeta li ser siyasetê hebê xelete. Herkesek behsa demokrasiyê û civatek şefaf bike divê li dijê dezgehên tarî û ne yasayî derke.
Dijitiya Erdogan nabê sedemê hevalbendiya Gulen .
29.12.2013
Dara Bilek