Polîtîk

Ji Saziya Dîroka Tirk, Sempozyoma Kurd

Saziya Dîroka Tirk(SDT), di dîroka 9-10 Çileyan de ji bo paşeroja hezar salî ya têkiliyên Tirk- Kurd bi belgeyên arşîv weke akademik bigre dest, sempozyomek dê li dar bixe.

“Di dîrokê de sempozyama navnetewî ya Tirk û Kurd” ya ku dê seranserî du rojan li Enqere’yê were lidarxistin, ji nav welat û derveyî welat jî wê gelek rewşenbîr û zanîst bêşdar bibin.

SDT, ev cara ewile ku  li ser Kurdan sempozyomek wisa akademik li dar dixe. Hat ragihandin ku di sempozyomê de wê li ser paşeroj û yekitiya her du gelan dê bi gelek belgeyên arşîvan bê sekinandin;lê bele mijar û dokûmanên siyasî nayên nirxandin.

Serokê SDT Prof. Dr. Metîn Hulagu derbarê sempozyomê de agahiyên wisa dan: “Bi salane gelo Kurd hene tunene, ji dengê kart-kurtê hatiyê tê niqaşkirin. Têkiliyên Kurd û Tirkan, heta îro bi temamî hem bê pêşdarazî hem jî weke akademik ne hatiye nirxandin û li ser ne hatiye rawestandin. em difikirin ku dê ev sempozyum têkariyek bide xebatên akademik jî. Em mecburin hem dîroka Tirk, hem jî dîroka Tirkiyeyê vekolînin.”

Her wiha di sempozyomê de belgefîlma deh deqîqeyî ya li ser Kurd û Tirkan jî dê bê weşandin.

Çavkanî: TRTXEBER

 

Back to top button