Nivîsar

Erdhejiya Wanê û rewşa Wan

Behra Wanê û çiyayê Eregê digrîn ji zarokên xwe re pir xemgîn in e. Çiya hisrê çavê xwe bi berfê dike der, behr jî mîna mêran hirsê çavê xwe di xwe de dihewîne lê bi pêla avê hisrê çavê xwe paqîj dike.

Roja yekşemî (23 Çireya Pêşin 2011an) ez li malê bûm, bi dengê şiqşiqa pencerê û xişîna jxanî me hîs kir ku erd diheje, em bi malbatî tev reviyan der.

Paşê ez lê hay bûm ku navenda erdhêjê li Wanê ye, bi taybetî jî li Erdcîşê erd hejiya ye û gelek avahî lîşiyane.

Hêdî hêdî diyarbû ku gelek mirov di bin malên hilşiyayê de mane.

Li piştê erdhejiyê qêrîn, êş, jan, xemgînî, zarok mirin, dê û bav an kal û pîr mirin.

Di bin malên hilşiyayê de, ez, tu ew û em tev in, çîmkî yê mirî mirov e.

Di nav malên wîrane de can hene, zarok, dayik, xort û keç hebûn,

Ên ku ji bav veqetiyan, yên ku bê dê man, ên ku bê zarok an bê bira û xung man.

Paşê gelek mirov di bin malên xerabe de derxistin wek Azra, Ferhat…

Erdhejî û Wan,

Wan û erdhejî tê wateya hev niha.

Li Wanê erdhejiya, mirin çê bûn, Wan xerabe bû lê zû ji rojevê derket,

Em Kurd bûyeran zû ji bîr dikin an jî rojev ji me re dibe weke normal, dibêjî qey tiştek neqewîmiye…

Li piştê erdhejê jî zivistan hat derd û birîn bû du qat.

Bi erdhejiya Wanê min dixwest li ser erdhejiya Wanê nivîsek binivîsandina, lê min çikir min nikarîbû nivîs binivisandina bi agahiya rojname û Televîzyonan. Paşê jî ez bi xwe çûm Wanê û min rewşa gelê Wanê dît.

Lê ez niha çi binivîsînim di derheqê Wanê de, çimkî erdhejiya Wanê bandorek mezin li ser gelê Wanê çêkiriye, bandorek bi tirs û xof,

Ji ber erdhejiyê gelek bûyer hene…, li ser vê erdhejîyê gelek malbat ji hev qetiyane an mirine an jî çûne welatê dûr. Nêzeka 250 malbat çûne Kurdîstana Başûr jî ku xwe ji erdhejiyê û ji sermayê star bikin, yên ku îmkanên wan hene çûne yên ku îmkanên wan tunenin jî li vir mane.

Lê yên gelê mayî çi dikin; yên li ber malê di hewşa xwe de kon vegirtine, tê de soba xwe sazkirine, li ser xwarina xwe çê dikin û hem jî xwe pê germ dikin di vî demsala zîvîstanê de, lê çiqas xwe pê germ bikin jî li wan sar e û dilê wan dicemide , lê sobe nikare dilê wan germ bike, çimkî diya wan, bira, xweşk an xal û pîrikên wan tev mirine…êş û jana wan hene û tev xemgînin.

Avahiyên nû û kevn tev hêlşiyayîne an malên mîna pelç û nanê hişkê terîkî û derîzî ne, û gelek malên hatine terkirin tev vala ne.

Malên ku hatine terkirin û eşyayên xwe tev têde hîştine, an reviyane ku canê xwe xelas bikin.

Wan hejiya û hilşiya jî sedî 65 mal û xanî xesar in, nêzeka  650 mirov mirin. Mîrov û malbat tev perîşan in.

Karmend  perîşan in bi dorê tên îş, malbat û zarokên xwe birine derve ku  jiyana wan bê tirs bidome û ji sermaya zivistanê xelas be.

Esnaf di kolanon Wanê de gelek karxane hatine girtin ji ber malbatên xwe an ji ber hilşandina dikanan reviyane. Yên vekirî jî di kuçekê de ji deha 2-3ê dukan vekirine,

Gundî an yên tên newxeşhanê sukê hindik şên dike.

Li gundê hejiyayî xanî û avahî xerabe ne, her kes di konan û qonteynêrê de ye, li hinek gundan alîkariyên sîvîl  di konan de aşxane vekirinin şîva germ didin gel.

Bişev ji ez geriyam min dît ku çirayên mala pêneketinin tev vîsiyane an kesek di malan de tune nin. Mal bê malbat û mirov in, xwarina germ tê de nayê xwarin, zarok tê de nagîrîn û naleyzîn. Malên Wanê bê perde ne an perdeyên heyî li derve daliqîne

Mal bê mirov e, tê de zarok tune ne. Di malan de xwarin nayî pêjandin yanê hundurê mal ser e, yê ku malan germ û şên bike  jî însan e, ku xanî bê mirov jî be di germa havînê de jî xanî germ nabe..

Gelek mirov di konên bajêr de rudinin, jiyan didome lê rewşa çewa, di konan de nêzeka 20 hezar mirov dijîn, rewşa kenîfe/tuwalet, serşok gelek kêm in lê paqîjiya  û kêmasiya wan.

Xwarin û vexwarin jî gelek zehmet e, hîva sor û saziyên sîvîl ji xwarinê didin lê bi nîmetiye.

Alîkariyên ku tên Wanê zû bi zû bela nakin û nagîhîje belengazan. Gelek mirovên ku li Wanê dijîn alîkari neditine, yên ku mirovên wan hene para mezin digrin yên ku tune ne jî çiqas ku dane wan jî weka ku numune be. Alikarêyê ku tên an dişinin lê tenê ji mirovên ku di konên bajêr de rudinin didine wan jî lê çiqasî.

Ji gelê Wanê re gelek malên hazir yên çêkirî yanê qonteynir tên lê hem qîmê wan nake him jî bi temamî nedanin wan. Bi parçe parçe bela dikin an yeko yeko di vê meha zivistanê de.

Gel û bajarên Kurdîstanê tev ji gelê Wanê re xwedî derketin. Xwarin û tiştên xwe parve kirin. Derdên Wan ji gel re bû derd, jana Wan parvekir weka êşa xwe. Biratî û mirovahî divê wuha be. Çîqas rewş nebaş jî be lê jiyan didome kesek hêviya xwe ji Xwedê nebiriye û bi hîviye ku malbat wê werîn mala xwe û wê bijîn.

Alîkarî di roja tengayê de diyar dibe. Kî bi Wan re bû an bi wan re nebû divê xwe binirxîne.

Wan, Ercîş hejiya….

Û behra Wanê û çiyayê Eregê digrî ji zarokên xwe re. Herdu jî pir xemgîn i. Çiya hisrê çavê xwe bi berfê dike der. Behr jî mîna mêran hirsê çavê xwe di xwe de dihewîne bi pêla avê hisrê çavê xwe paqîj dike.

Erdhejî hîna jî didome lê bi hêza kêm be jî ji ber vî tirsa erdhejiyê hîna jî tirs didome. Civaknas, rûhînas tên Wanê, gelo ew ji Wan re çi bike, ne malê wan hene, ne jî bi wan rewşa wan pê rast dibe. Heya ku malê germ tune be û zarok û malbat neyên cem hev…

 Paşa Amedî-Gazetekurd

Back to top button