Bi roketan êrîşê balyozxana Tirkiye kirin
Îro li paytextê Iraqê Bexdayê, Balyozxana Tirkiye bû armanca êrîşek çekdar. Hinek kesên nenas roket avêtin Balyozxana Tirkiye li Bexdayê. Roket li dîwarên Balyozxaneyê de teqiyan.
Balyozê Tirkiye yê Iraqê Yunus Demirer di vê derbarê de got: Sê roket avêtin Balyozxanê, yek ji roketan li dîwarê derve yê Balyozxanê ket û herduyên din li kû ketin em nizanin.
Ji bo vê bûyerê cîgirê serokê giştî yê Ak Partiyê Omer Çelîk rexne li hukumeta Bexdayê kirin.
Piştî ku şerek dîplomasî di navbera hukumeta Tirkiye û hukumeta Nawendî ya Iraqê taybetî li gel serokwezîrê Iraqê Nurî Maliki destpêkirî ev êrîş gelek balkêşe.
Di vê derbarê de wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu got: Em li ser hemû ihtimalan lêpirsînê dikin.Me peyamên pêwîst gihandin berpirsên hukumeta Iraqê. Wan dayê xuyakirin ku ewê heta dawiyê di vê derbarê de lêpirsînê bikin.
Nûçeya pêwendîdar: https://rojevakurd.com/politik/9348-dplomasiy-tund-dibe.html
Rojevakurd