Şeva 12yê Mijdara 2017an li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erdhejeke bihêz rûda.Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kîrmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me.Li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 330  kesan , li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 2600 kesan , li Başûrê  Kurdistanê jî ji zêdetirî 300 kes birîndar bûne.Li gorî Navenda Jeolojiya Amerîkayê bihêziya erdhejê 7.5 Rêxterê bûye.Erdhej li gel  Bajarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, li gelek bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û li gelek welat3en Rojhilata Navîn  jî hate hest pê kirin.Xwedê hemû qurbanîyên erdhejê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wan bihuşt be.Serê malbatên qurbanîyan û yê gelê me sax be.Em bangî xêrxwazan dikin ku bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê alîkarîyên xwe bigihînin mexdûrên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. 13.11.2017Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: