ENKS divê Bexda xwedî helwestek zelal be

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li ser rêkeftina Hizbullaha Lubnanê û DAIŞê li ser pevguhertina dîlan û kuştiyan û veguhestina çekdarên DAIŞê ji Lubnanê bo ser sînorên Iraqê ji BasNewsê re got, rêkeftina DAIŞ û Hizbullahê rêkeftineka metirsîdar e. Bi eşkere û li ber çavên cîhanê rêkeftin dikin. Ev zengila xeterê ye. 17 otobûs çekdarên DAIŞê li ser sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê tên bicîhkirin. Bi rastî metirsîdar e.Îbrahîm Biro li ser helwesta Iraqê li hember wê rêkeftinê jî got, mirov nizane ka hikûmeta Iraqê çi qasî ji wê yekê agahdar e. Divê Bexda xwedan helwestek zelal be li ser vê mijarê.Rêkeftina navbera Hizbullahê û DAIŞê rastî nerazîbûna tund ya Herêma Kurdistanê jî hatibû. 

Nerîna min :